Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #58 Translated in Kurdish

وَمَا مَنَعَهُمْ أَنْ تُقْبَلَ مِنْهُمْ نَفَقَاتُهُمْ إِلَّا أَنَّهُمْ كَفَرُوا بِاللَّهِ وَبِرَسُولِهِ وَلَا يَأْتُونَ الصَّلَاةَ إِلَّا وَهُمْ كُسَالَىٰ وَلَا يُنْفِقُونَ إِلَّا وَهُمْ كَارِهُونَ
Û tişta ewan dane para da ji bo ku sixurandina wan neyê litê kirine hey eva ye; bi rastî ewan bi Yezdan û bi Pêxemberê Wî bawer ne dikiribûne. Ewan heya diçûn ku nimêj bikin, hey bi sistayî dikirin, ewan gava sixurandin jî bikin hey bi ne xweşî û rikê xwe anîne (paşê) dane
فَلَا تُعْجِبْكَ أَمْوَالُهُمْ وَلَا أَوْلَادُهُمْ ۚ إِنَّمَا يُرِيدُ اللَّهُ لِيُعَذِّبَهُمْ بِهَا فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَتَزْهَقَ أَنْفُسُهُمْ وَهُمْ كَافِرُونَ
Îdî bira (piranîya) mal û zarên wan (Muhemmed!) te sodret neke. Bi rastî Yezdan divê ku ewan (durûyan) di jîna cîhanê da bi mal û zarê wan bide şapat kirine. Û (Yezdan divê) ku gava canê wan derkebe jî, ewan (di wê gavê da) file bin
وَيَحْلِفُونَ بِاللَّهِ إِنَّهُمْ لَمِنْكُمْ وَمَا هُمْ مِنْكُمْ وَلَٰكِنَّهُمْ قَوْمٌ يَفْرَقُونَ
Ewan (durûyan) bi Yezdan sond dixun, ku ewan ji we ne, lê qe ji we nînin jî. Bi rastî ewan komalekî wusa nin ziravê wan ji tirsa diçire
لَوْ يَجِدُونَ مَلْجَأً أَوْ مَغَارَاتٍ أَوْ مُدَّخَلًا لَوَلَّوْا إِلَيْهِ وَهُمْ يَجْمَحُونَ
Heke ewa rastê darendekî, ya jî rastê şikevtan bihatinan, ya jî quleke ku têda bihewyan, bi dîtanan, ewanên para da li bal wî da serê xwe hildana biçûnan
وَمِنْهُمْ مَنْ يَلْمِزُكَ فِي الصَّدَقَاتِ فَإِنْ أُعْطُوا مِنْهَا رَضُوا وَإِنْ لَمْ يُعْطَوْا مِنْهَا إِذَا هُمْ يَسْخَطُونَ
Û hinek ji wan hene; ku ji bona (parkirina malê şorê) bê te (ji bona te ra Muhemmed!) ezmanê xwe dirêj dikin (aha dibêjin: "Eva parkirina hanê bi daditî nîne.)" Îdî heke ji wan ra ji wî malî hatibe dayînê, ewan şixwa qayîl dibin, heke ji wan ra ji wî malî ne hatibe dayînê şixwa ewan heman dixeyîdin

Choose other languages: