Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #57 Translated in Kurdish

قُلْ أَنْفِقُوا طَوْعًا أَوْ كَرْهًا لَنْ يُتَقَبَّلَ مِنْكُمْ ۖ إِنَّكُمْ كُنْتُمْ قَوْمًا فَاسِقِينَ
(Muhemmed!) tu ji wan ra aha bêje: "Hûn (gelî durûyan!) bi xweşî ya jî bi rikê xwe (malê xwe) bisixurînin; hey ewa sixurandina ji we nayê litê kirinê. Bi rastî hûn komalekî ji rêderketî ne
وَمَا مَنَعَهُمْ أَنْ تُقْبَلَ مِنْهُمْ نَفَقَاتُهُمْ إِلَّا أَنَّهُمْ كَفَرُوا بِاللَّهِ وَبِرَسُولِهِ وَلَا يَأْتُونَ الصَّلَاةَ إِلَّا وَهُمْ كُسَالَىٰ وَلَا يُنْفِقُونَ إِلَّا وَهُمْ كَارِهُونَ
Û tişta ewan dane para da ji bo ku sixurandina wan neyê litê kirine hey eva ye; bi rastî ewan bi Yezdan û bi Pêxemberê Wî bawer ne dikiribûne. Ewan heya diçûn ku nimêj bikin, hey bi sistayî dikirin, ewan gava sixurandin jî bikin hey bi ne xweşî û rikê xwe anîne (paşê) dane
فَلَا تُعْجِبْكَ أَمْوَالُهُمْ وَلَا أَوْلَادُهُمْ ۚ إِنَّمَا يُرِيدُ اللَّهُ لِيُعَذِّبَهُمْ بِهَا فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَتَزْهَقَ أَنْفُسُهُمْ وَهُمْ كَافِرُونَ
Îdî bira (piranîya) mal û zarên wan (Muhemmed!) te sodret neke. Bi rastî Yezdan divê ku ewan (durûyan) di jîna cîhanê da bi mal û zarê wan bide şapat kirine. Û (Yezdan divê) ku gava canê wan derkebe jî, ewan (di wê gavê da) file bin
وَيَحْلِفُونَ بِاللَّهِ إِنَّهُمْ لَمِنْكُمْ وَمَا هُمْ مِنْكُمْ وَلَٰكِنَّهُمْ قَوْمٌ يَفْرَقُونَ
Ewan (durûyan) bi Yezdan sond dixun, ku ewan ji we ne, lê qe ji we nînin jî. Bi rastî ewan komalekî wusa nin ziravê wan ji tirsa diçire
لَوْ يَجِدُونَ مَلْجَأً أَوْ مَغَارَاتٍ أَوْ مُدَّخَلًا لَوَلَّوْا إِلَيْهِ وَهُمْ يَجْمَحُونَ
Heke ewa rastê darendekî, ya jî rastê şikevtan bihatinan, ya jî quleke ku têda bihewyan, bi dîtanan, ewanên para da li bal wî da serê xwe hildana biçûnan

Choose other languages: