Surah At-Tawba Ayahs #125 Translated in Kurdish
وَلَا يُنْفِقُونَ نَفَقَةً صَغِيرَةً وَلَا كَبِيرَةً وَلَا يَقْطَعُونَ وَادِيًا إِلَّا كُتِبَ لَهُمْ لِيَجْزِيَهُمُ اللَّهُ أَحْسَنَ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Ewan çiqa (di rêyaYezdan da) rozîyeke piçûk û ya jî mezin bidin û ewan çiqa ji newalekî li bal newalekî mayî da (ji bona tekoşîna qayîlbûna Yezdan) biborin, hey ji bona wan ra qencî têne nivîsandinê. Ji bona ku Yezdan ji wan kirinê wan çêtir xelata wan bide (ewan qencîyan ji wan ra dinivîse)
وَمَا كَانَ الْمُؤْمِنُونَ لِيَنْفِرُوا كَافَّةً ۚ فَلَوْلَا نَفَرَ مِنْ كُلِّ فِرْقَةٍ مِنْهُمْ طَائِفَةٌ لِيَتَفَقَّهُوا فِي الدِّينِ وَلِيُنْذِرُوا قَوْمَهُمْ إِذَا رَجَعُوا إِلَيْهِمْ لَعَلَّهُمْ يَحْذَرُونَ
O babet nîne ku hemûşk bawerger bi hev ra herne qirînê; heke ji her destekî hinek ji wan di nava pismamên xwe da bimînin: ji bona ku ewanê mayî, olê (ji bona jin û zaran ra) hîn bikin û ji bona ku ewan, evan (pismamên wanê ku çûne qirînê) gava para da hatin; ewan (bi aşîta Yezdan) bidine tirsandinê, gelo çêtir nîne? (Ya jî; heke ji her desteki hinek li bal pêxember bimînin, gava ewanê çûne qirînê para da hatin, ewa niqandina ji pêxember ra hatîye hinê wan bikin gelo çêtir nîne?) Bi vî avayî dibe ku ewan xwe ji karên ne rastî biparisînin
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا قَاتِلُوا الَّذِينَ يَلُونَكُمْ مِنَ الْكُفَّارِ وَلْيَجِدُوا فِيكُمْ غِلْظَةً ۚ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ مَعَ الْمُتَّقِينَ
Gelî bawergeran! Hûn bi wan fileyên, ku nêzîkê we ne, qirînê bikin, ji bona ku ewan filan we di hemberê xwe da bi hêz bibînin. Û hûn bizanin bi rastî Yezdan digel xudaparisan e
وَإِذَا مَا أُنْزِلَتْ سُورَةٌ فَمِنْهُمْ مَنْ يَقُولُ أَيُّكُمْ زَادَتْهُ هَٰذِهِ إِيمَانًا ۚ فَأَمَّا الَّذِينَ آمَنُوا فَزَادَتْهُمْ إِيمَانًا وَهُمْ يَسْتَبْشِرُونَ
Û di gava ku ferkerek hatibe hinartinê; hinek ji wan durûyan (ji hev ra aha dibêjin): "Ka evê ferkera hanê, bawerya kîjanî ji we pir kirîye?" (Tu ji wan ra aha) bêje: "Ewanê ku bi rastî bawer kirine hene! Çiqa ferkerek hatibe hinartinê, îdî ewê bawerîya wan pir kirîye; ewan ji hev ra mizgîna hatina ferkerê didin
وَأَمَّا الَّذِينَ فِي قُلُوبِهِمْ مَرَضٌ فَزَادَتْهُمْ رِجْسًا إِلَىٰ رِجْسِهِمْ وَمَاتُوا وَهُمْ كَافِرُونَ
Lê ewanê ku di dilê wan da nexweşîya (filetî û durûtîyê heye, hene!) hinartina ferkeran ewan bi sikatî li ser sikatîya wan pir kirîye, ewan bi xweber jî bi filetî mirin
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
