Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #128 Translated in Kurdish

وَإِذَا مَا أُنْزِلَتْ سُورَةٌ فَمِنْهُمْ مَنْ يَقُولُ أَيُّكُمْ زَادَتْهُ هَٰذِهِ إِيمَانًا ۚ فَأَمَّا الَّذِينَ آمَنُوا فَزَادَتْهُمْ إِيمَانًا وَهُمْ يَسْتَبْشِرُونَ
Û di gava ku ferkerek hatibe hinartinê; hinek ji wan durûyan (ji hev ra aha dibêjin): "Ka evê ferkera hanê, bawerya kîjanî ji we pir kirîye?" (Tu ji wan ra aha) bêje: "Ewanê ku bi rastî bawer kirine hene! Çiqa ferkerek hatibe hinartinê, îdî ewê bawerîya wan pir kirîye; ewan ji hev ra mizgîna hatina ferkerê didin
وَأَمَّا الَّذِينَ فِي قُلُوبِهِمْ مَرَضٌ فَزَادَتْهُمْ رِجْسًا إِلَىٰ رِجْسِهِمْ وَمَاتُوا وَهُمْ كَافِرُونَ
Lê ewanê ku di dilê wan da nexweşîya (filetî û durûtîyê heye, hene!) hinartina ferkeran ewan bi sikatî li ser sikatîya wan pir kirîye, ewan bi xweber jî bi filetî mirin
أَوَلَا يَرَوْنَ أَنَّهُمْ يُفْتَنُونَ فِي كُلِّ عَامٍ مَرَّةً أَوْ مَرَّتَيْنِ ثُمَّ لَا يَتُوبُونَ وَلَا هُمْ يَذَّكَّرُونَ
Ma qey ewan (durû û filan) ku di salê da carekî ya du caran têne şapat kirinê nabînin? Dîsa ewan ji kirina xwe poşman nabin û ji wan (şapatan jî) hiş hilnadin
وَإِذَا مَا أُنْزِلَتْ سُورَةٌ نَظَرَ بَعْضُهُمْ إِلَىٰ بَعْضٍ هَلْ يَرَاكُمْ مِنْ أَحَدٍ ثُمَّ انْصَرَفُوا ۚ صَرَفَ اللَّهُ قُلُوبَهُمْ بِأَنَّهُمْ قَوْمٌ لَا يَفْقَهُونَ
Û di gava ku ferkerek hatibe hinartinê, hinekên wan (file û durûyan) li bal hinekên wan da mêze kirine (aha ji hev pirsîne:) “Gelo kesekî hûn dîtin?” (Çav ji hev ra diniqînin) paşê para da dizivirin diçin. Bi sedema ku ewan komalekî wusa nin; rastî û ne rastîyê ji hev dernaxin, Yezdan dilê wan ji bawerîyê fetilandîye
لَقَدْ جَاءَكُمْ رَسُولٌ مِنْ أَنْفُسِكُمْ عَزِيزٌ عَلَيْهِ مَا عَنِتُّمْ حَرِيصٌ عَلَيْكُمْ بِالْمُؤْمِنِينَ رَءُوفٌ رَحِيمٌ
Bi sond! Li bal we da pêxemberekî wusa ji we hatîye, cefa û tengasîya we ewî diêşîne, ji bona we ra bi hezkirinî pir haloke ye û ji bona bawergeran ra henûnekî dilovîn e

Choose other languages: