Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #129 Translated in Kurdish

وَأَمَّا الَّذِينَ فِي قُلُوبِهِمْ مَرَضٌ فَزَادَتْهُمْ رِجْسًا إِلَىٰ رِجْسِهِمْ وَمَاتُوا وَهُمْ كَافِرُونَ
Lê ewanê ku di dilê wan da nexweşîya (filetî û durûtîyê heye, hene!) hinartina ferkeran ewan bi sikatî li ser sikatîya wan pir kirîye, ewan bi xweber jî bi filetî mirin
أَوَلَا يَرَوْنَ أَنَّهُمْ يُفْتَنُونَ فِي كُلِّ عَامٍ مَرَّةً أَوْ مَرَّتَيْنِ ثُمَّ لَا يَتُوبُونَ وَلَا هُمْ يَذَّكَّرُونَ
Ma qey ewan (durû û filan) ku di salê da carekî ya du caran têne şapat kirinê nabînin? Dîsa ewan ji kirina xwe poşman nabin û ji wan (şapatan jî) hiş hilnadin
وَإِذَا مَا أُنْزِلَتْ سُورَةٌ نَظَرَ بَعْضُهُمْ إِلَىٰ بَعْضٍ هَلْ يَرَاكُمْ مِنْ أَحَدٍ ثُمَّ انْصَرَفُوا ۚ صَرَفَ اللَّهُ قُلُوبَهُمْ بِأَنَّهُمْ قَوْمٌ لَا يَفْقَهُونَ
Û di gava ku ferkerek hatibe hinartinê, hinekên wan (file û durûyan) li bal hinekên wan da mêze kirine (aha ji hev pirsîne:) “Gelo kesekî hûn dîtin?” (Çav ji hev ra diniqînin) paşê para da dizivirin diçin. Bi sedema ku ewan komalekî wusa nin; rastî û ne rastîyê ji hev dernaxin, Yezdan dilê wan ji bawerîyê fetilandîye
لَقَدْ جَاءَكُمْ رَسُولٌ مِنْ أَنْفُسِكُمْ عَزِيزٌ عَلَيْهِ مَا عَنِتُّمْ حَرِيصٌ عَلَيْكُمْ بِالْمُؤْمِنِينَ رَءُوفٌ رَحِيمٌ
Bi sond! Li bal we da pêxemberekî wusa ji we hatîye, cefa û tengasîya we ewî diêşîne, ji bona we ra bi hezkirinî pir haloke ye û ji bona bawergeran ra henûnekî dilovîn e
فَإِنْ تَوَلَّوْا فَقُلْ حَسْبِيَ اللَّهُ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ ۖ عَلَيْهِ تَوَكَّلْتُ ۖ وَهُوَ رَبُّ الْعَرْشِ الْعَظِيمِ
Îdî heke (Muhemmed!) ewan ji te û (ji bawerya bi te) rû fetilandin, tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ew Yezdanê ku ji pêştirê wî (tu yezdanê babet û perestîyê) tune ye, besê min e. Bi rastî min xwe hispartîye wî, ewa bi xweber jî xweyê arşê (mana) mezin e

Choose other languages: