Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #116 Translated in Kurdish

التَّائِبُونَ الْعَابِدُونَ الْحَامِدُونَ السَّائِحُونَ الرَّاكِعُونَ السَّاجِدُونَ الْآمِرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَالنَّاهُونَ عَنِ الْمُنْكَرِ وَالْحَافِظُونَ لِحُدُودِ اللَّهِ ۗ وَبَشِّرِ الْمُؤْمِنِينَ
Û (Muhemmed!) ewanê ku ji (gonehan) poşman bûne, perestîya (Yezdan û) sipazkarya wî dikin di rêya wî da digerin (ji bona wî ra xwe) kuz dikin û kunde dibin, ewanan fermana bi qencîyan û xwe parisandina ji sikatîyan dikin û ewanê parisîya biryarên Yezdan dikin û bawer kirine (hene!) mizginîya (wanê bi van salixan têne naskirinê, bi bihiştê) bide
مَا كَانَ لِلنَّبِيِّ وَالَّذِينَ آمَنُوا أَنْ يَسْتَغْفِرُوا لِلْمُشْرِكِينَ وَلَوْ كَانُوا أُولِي قُرْبَىٰ مِنْ بَعْدِ مَا تَبَيَّنَ لَهُمْ أَنَّهُمْ أَصْحَابُ الْجَحِيمِ
Ji piştî ku ji bona pêxember û bawergeran ra diyar bû, ku ewan kesên (pêxember û bawerger ji wan hez dikin); bi rastî (ewan) hevrîyên dojê ne, îdî maf tune ye, ku pêxember û bawerger ji bona wan ra ji Yezdan baxişandina gonehên wan bixwazin. Evan hevrîçêkeran çiqa pismamên (pêxember û bawergeran) nêzîk bin jî
وَمَا كَانَ اسْتِغْفَارُ إِبْرَاهِيمَ لِأَبِيهِ إِلَّا عَنْ مَوْعِدَةٍ وَعَدَهَا إِيَّاهُ فَلَمَّا تَبَيَّنَ لَهُ أَنَّهُ عَدُوٌّ لِلَّهِ تَبَرَّأَ مِنْهُ ۚ إِنَّ إِبْرَاهِيمَ لَأَوَّاهٌ حَلِيمٌ
Xwaztina Îbrahîm, ji bona baxişandina gonehên bavê xwe ji Yezdan, hey ji bona ku Îbrahîm (hêj di berê da) ji bona bavê xwe ra peyman dabû (ku ezê ji bona baxşandina gonehên te ji Yezdan lava bikim) loma kirîye. Îdî gava ji bona Îbrahîm ra xûya bû (ku bavê wî) ji bona Yezdan ra neyar e, Îbrahîm dest ji baxişxwastinê berda. Bi rastî Îbrahîm pir dilsozê mulahîm e
وَمَا كَانَ اللَّهُ لِيُضِلَّ قَوْمًا بَعْدَ إِذْ هَدَاهُمْ حَتَّىٰ يُبَيِّنَ لَهُمْ مَا يَتَّقُونَ ۚ إِنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Yezdan ji piştî komalek anî rêya rast, heya ji wî (komalî ra) xûya nebe, ka wê xwe ji çi biparisînin (qencî û xirabîyan ji hev dernexin) ewî komalê jî rêya rast dernexe. Bi rastî Yezdan bi hemû tiştan dizane
إِنَّ اللَّهَ لَهُ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ يُحْيِي وَيُمِيتُ ۚ وَمَا لَكُمْ مِنْ دُونِ اللَّهِ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا نَصِيرٍ
Bi rastî seroktî û maldarya ezman û zemîn hey ji bona Yezdan ra ne. Jînandin û mirandin hey ewa dike. Û ji bona we bi xweber jî ji pêştirê Yezdan qe tu serkar û arîkar tune ye

Choose other languages: