Surah At-Tawba Ayahs #118 Translated in Kurdish
وَمَا كَانَ اسْتِغْفَارُ إِبْرَاهِيمَ لِأَبِيهِ إِلَّا عَنْ مَوْعِدَةٍ وَعَدَهَا إِيَّاهُ فَلَمَّا تَبَيَّنَ لَهُ أَنَّهُ عَدُوٌّ لِلَّهِ تَبَرَّأَ مِنْهُ ۚ إِنَّ إِبْرَاهِيمَ لَأَوَّاهٌ حَلِيمٌ
Xwaztina Îbrahîm, ji bona baxişandina gonehên bavê xwe ji Yezdan, hey ji bona ku Îbrahîm (hêj di berê da) ji bona bavê xwe ra peyman dabû (ku ezê ji bona baxşandina gonehên te ji Yezdan lava bikim) loma kirîye. Îdî gava ji bona Îbrahîm ra xûya bû (ku bavê wî) ji bona Yezdan ra neyar e, Îbrahîm dest ji baxişxwastinê berda. Bi rastî Îbrahîm pir dilsozê mulahîm e
وَمَا كَانَ اللَّهُ لِيُضِلَّ قَوْمًا بَعْدَ إِذْ هَدَاهُمْ حَتَّىٰ يُبَيِّنَ لَهُمْ مَا يَتَّقُونَ ۚ إِنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Yezdan ji piştî komalek anî rêya rast, heya ji wî (komalî ra) xûya nebe, ka wê xwe ji çi biparisînin (qencî û xirabîyan ji hev dernexin) ewî komalê jî rêya rast dernexe. Bi rastî Yezdan bi hemû tiştan dizane
إِنَّ اللَّهَ لَهُ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ يُحْيِي وَيُمِيتُ ۚ وَمَا لَكُمْ مِنْ دُونِ اللَّهِ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا نَصِيرٍ
Bi rastî seroktî û maldarya ezman û zemîn hey ji bona Yezdan ra ne. Jînandin û mirandin hey ewa dike. Û ji bona we bi xweber jî ji pêştirê Yezdan qe tu serkar û arîkar tune ye
لَقَدْ تَابَ اللَّهُ عَلَى النَّبِيِّ وَالْمُهَاجِرِينَ وَالْأَنْصَارِ الَّذِينَ اتَّبَعُوهُ فِي سَاعَةِ الْعُسْرَةِ مِنْ بَعْدِ مَا كَادَ يَزِيغُ قُلُوبُ فَرِيقٍ مِنْهُمْ ثُمَّ تَابَ عَلَيْهِمْ ۚ إِنَّهُ بِهِمْ رَءُوفٌ رَحِيمٌ
Bi sond! Yezdan, pêxember û hevalên wî ne ji koçer û arîkaran ku di danê tenk da bûne peyrewê wî baxişandîye, ji piştî ku di nava van da jî destekî (wusa hebûn) nêzîk bu, ku dilê wan (li bal rêya wanê kevin da) welgere paşê dîsa Yezdan poşmanîya wan litê kirîye. Bi rastî ewa li ser wan (pêxember û peyrewê wî) pir henûn û dilovîn e
وَعَلَى الثَّلَاثَةِ الَّذِينَ خُلِّفُوا حَتَّىٰ إِذَا ضَاقَتْ عَلَيْهِمُ الْأَرْضُ بِمَا رَحُبَتْ وَضَاقَتْ عَلَيْهِمْ أَنْفُسُهُمْ وَظَنُّوا أَنْ لَا مَلْجَأَ مِنَ اللَّهِ إِلَّا إِلَيْهِ ثُمَّ تَابَ عَلَيْهِمْ لِيَتُوبُوا ۚ إِنَّ اللَّهَ هُوَ التَّوَّابُ الرَّحِيمُ
Û Yezdan ewan her sê (merivên ku ji qirîna Tebûkê) para da mabûn (baxişandine); loma ewan (wusa lava dikiribûne, ji ne çûna xwe wusa poşman bibûn) zemîn bi firetîya xwe va li wan teng dihat û bêhna wan wusa teng bibû (te digot qey canê wan derdikebe) û ewan bi gomanî dizanîyan ku ji pêştirê Yezdan, ji bona wan ra tu darende tune ye. Ji bo ku ewan (ji kirina xwe) poşman bibûn, paşe Yezdan jî ewan baxişandin. Bi rastî Yezdan pir baxişgerê dilovîn e
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
