Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rad Ayahs #19 Translated in Kurdish

وَلِلَّهِ يَسْجُدُ مَنْ فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ طَوْعًا وَكَرْهًا وَظِلَالُهُمْ بِالْغُدُوِّ وَالْآصَالِ ۩
Û di ezman û zemîn da çi hene! Hemû bi zor û hêsanî û sîhê wan jî, di sibe û êvaran da, (kurt û dirêj dibin) ji bona Yezdan ra kunde dibin
قُلْ مَنْ رَبُّ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ قُلِ اللَّهُ ۚ قُلْ أَفَاتَّخَذْتُمْ مِنْ دُونِهِ أَوْلِيَاءَ لَا يَمْلِكُونَ لِأَنْفُسِهِمْ نَفْعًا وَلَا ضَرًّا ۚ قُلْ هَلْ يَسْتَوِي الْأَعْمَىٰ وَالْبَصِيرُ أَمْ هَلْ تَسْتَوِي الظُّلُمَاتُ وَالنُّورُ ۗ أَمْ جَعَلُوا لِلَّهِ شُرَكَاءَ خَلَقُوا كَخَلْقِهِ فَتَشَابَهَ الْخَلْقُ عَلَيْهِمْ ۚ قُلِ اللَّهُ خَالِقُ كُلِّ شَيْءٍ وَهُوَ الْوَاحِدُ الْقَهَّارُ
(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Gelo Xudayê ezman û zemîn kî ye? (Heke hûn dizanin ka ji min ra bêjin.” Ewan ji bersivê bê hêvî dimînin,îdî tu ji wan ra aha) bêje: “Xudayê ezman û zemîn) Yezdan e." (Paş da tu ji wan ra aha) beje: "Îdî hûn ça ji pêştirê (Yezdan, perestevanên) ku ewan ji bona xwe ra jî kar û zîyanê nikarin bikin, ji xwera perestevan digirin? (Heke ewan ji doza xwe para da ne hatin, tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (merivên) kor û bi çav (di dîtinê da) wekî hev dibin? Gelo qe tarî û ronahî wekî hev dibin? Ya jî ewan hinek hevrî ji Yezdan ra çê kirine, ewan hevrîyan jî wekî Yezdan (tiştan) diafirînin, îdî afirandina tiştan li bal wan wekî hev bûne (ji hev dernaxin: kîjan Yezdan afirandine, kîjan hevrîyan afirandine. Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Afirandokê hemû tiştan Yezdan e. Lê ewa servahatê bi tenê ye
أَنْزَلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَسَالَتْ أَوْدِيَةٌ بِقَدَرِهَا فَاحْتَمَلَ السَّيْلُ زَبَدًا رَابِيًا ۚ وَمِمَّا يُوقِدُونَ عَلَيْهِ فِي النَّارِ ابْتِغَاءَ حِلْيَةٍ أَوْ مَتَاعٍ زَبَدٌ مِثْلُهُ ۚ كَذَٰلِكَ يَضْرِبُ اللَّهُ الْحَقَّ وَالْبَاطِلَ ۚ فَأَمَّا الزَّبَدُ فَيَذْهَبُ جُفَاءً ۖ وَأَمَّا مَا يَنْفَعُ النَّاسَ فَيَمْكُثُ فِي الْأَرْضِ ۚ كَذَٰلِكَ يَضْرِبُ اللَّهُ الْأَمْثَالَ
(Ji wan ra bêje: "Hecwekîya perestî ya Yezdan û perestîya pûçan aha ne; wekî ça) av ji azmanan dihinire, îdî leyî dikişe dikebe newalan, şirik çê dibin, paşê leyî bi belqoqî kef digire (av dimîne, kef diçe). Wekî (gava ku hûn ji xwe ra bivên) xişir û dezgahan çêkin, hûn li ser madenan agir pê dixin, madenan dibahitînin (helandin) li ser rûyê madenan to digire (dema xebatê) to diçe, Lê maden dimîne, perestîya Yezdan û perestîya pûçan bi vî awayî ye (perestîya Yezdan dimîne. Lê perestîya pûçan diçe kêr nayê.)” Her wusa Yezdan ji bona wan tiştên veşartî heçwektîyan vedike
لِلَّذِينَ اسْتَجَابُوا لِرَبِّهِمُ الْحُسْنَىٰ ۚ وَالَّذِينَ لَمْ يَسْتَجِيبُوا لَهُ لَوْ أَنَّ لَهُمْ مَا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا وَمِثْلَهُ مَعَهُ لَافْتَدَوْا بِهِ ۚ أُولَٰئِكَ لَهُمْ سُوءُ الْحِسَابِ وَمَأْوَاهُمْ جَهَنَّمُ ۖ وَبِئْسَ الْمِهَادُ
Ji bona wanê, ku bbersiva Xudayê xwe dane, qencê xelatan heye. Ji bona wanê bersiva Xuda ne dane, heke hemî heyînên di zemîn da hene, wekî wan dîsa hebin jî ewanê (ji bo ku xwe ji şapata Yezdan fereste bikin) wê hemûşkî di şûna xwe da bidin. Hey ji bona wan ra sikê çelatan bi hijmarî heye û şûnwarê wan hey doj e. (Doj çiqa) sikê hêlanan e
أَفَمَنْ يَعْلَمُ أَنَّمَا أُنْزِلَ إِلَيْكَ مِنْ رَبِّكَ الْحَقُّ كَمَنْ هُوَ أَعْمَىٰ ۚ إِنَّمَا يَتَذَكَّرُ أُولُو الْأَلْبَابِ
Qe ewê dizane tişta ji Xudayê te li bal te da hatîye hinartinê rast e, wekî wî yê, ku kor e (dibêje: "Ewa ne rast e)" dibe? Evê hey xweyê hiş bîra xwe tînin

Choose other languages: