Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #39 Translated in Kurdish

وَإِنْ خِفْتُمْ شِقَاقَ بَيْنِهِمَا فَابْعَثُوا حَكَمًا مِنْ أَهْلِهِ وَحَكَمًا مِنْ أَهْلِهَا إِنْ يُرِيدَا إِصْلَاحًا يُوَفِّقِ اللَّهُ بَيْنَهُمَا ۗ إِنَّ اللَّهَ كَانَ عَلِيمًا خَبِيرًا
Û heke hûn tirsîyan, ku we nîveka wan (jin û mêran) herdukan vebe (îdî ewan li hev nayên) hûn berewanekî ji malînê mêrikê û berewanekî jî ji malînê jinikê bişîne (civînê). Heke bi rastî ewan herdu berewanan bivên, ku di nîveka wan herdu (jinik û mêrikê) aştî bikin, Yezdanê aştîya wan herdukan pêk bîne. Bi rastî Yezdan zanayê agahdar e
وَاعْبُدُوا اللَّهَ وَلَا تُشْرِكُوا بِهِ شَيْئًا ۖ وَبِالْوَالِدَيْنِ إِحْسَانًا وَبِذِي الْقُرْبَىٰ وَالْيَتَامَىٰ وَالْمَسَاكِينِ وَالْجَارِ ذِي الْقُرْبَىٰ وَالْجَارِ الْجُنُبِ وَالصَّاحِبِ بِالْجَنْبِ وَابْنِ السَّبِيلِ وَمَا مَلَكَتْ أَيْمَانُكُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ لَا يُحِبُّ مَنْ كَانَ مُخْتَالًا فَخُورًا
Û hûn hey ji bona Yezdan ra perestî bikin û hûn ji bona Yezdan ra (di perestî û perestevanîyê da) tu tiştî hevrî çê nekin. Hûn ji bona da û bavên xwe, qencîyan bikin, hûn ji bona pismaman û sêwîyan û xezanan û ji bona cînarên pisman û cînarên, ku mala wan li kêleka mala we dane û ji bona hevalê ku li kêleka we dane (ya jî ji bona zoya xwe; heke mêr be ji bona jinikê, heke jinik be ji bona mêrê xwe) û ji bona rêwîyên rêyan û ji bona wan bendeyên (ku di qirînan da hatine zebunkirinê) ewan îdî ketine binê ewletîya we da mane, qencîyan bikin. Bi rastî Yezdan ji wanê xwe mezin zanên pesinvan hez nake
الَّذِينَ يَبْخَلُونَ وَيَأْمُرُونَ النَّاسَ بِالْبُخْلِ وَيَكْتُمُونَ مَا آتَاهُمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ ۗ وَأَعْتَدْنَا لِلْكَافِرِينَ عَذَابًا مُهِينًا
Ewanê qure ne xwe mezinzan hene! Ewanan dexesî dikin û ewan fermana kesan dikin, ku ewan kesan jî dexesî bikin (qe tu tişti ji bona tu merivî ra nedin). Ewan dexesan ewî tişta ku Yezdan ji rûmeta xwe daye wan vedişêrin. Me bi xweber jî ji bona filan ra şapateke sernegûn amade kirîye
وَالَّذِينَ يُنْفِقُونَ أَمْوَالَهُمْ رِئَاءَ النَّاسِ وَلَا يُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَلَا بِالْيَوْمِ الْآخِرِ ۗ وَمَنْ يَكُنِ الشَّيْطَانُ لَهُ قَرِينًا فَسَاءَ قَرِينًا
Ewanê ku malê xwe bi rûmetî, ji bona merivan ra disixurînin hene! Ewan malê xwe disixurînin ji bona ku meriv bibînin, ewan bi Yezdan û bi dan û gavê para da jî bawer nakin. (Yezdan ji van hez nake ewan hevalê pelîd in) û pelîd ji bona kêra bibe heval, îdî ewa çiqa sikê hevala ne
وَمَاذَا عَلَيْهِمْ لَوْ آمَنُوا بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَأَنْفَقُوا مِمَّا رَزَقَهُمُ اللَّهُ ۚ وَكَانَ اللَّهُ بِهِمْ عَلِيمًا
Û heke ewanan bi Yezdan bi dan û gavê para da bawer bikirinan û ewnan ji wê dilika ku me ji bona wan ra daye, di rêya (Yezdan) da bisixurandinan, gelo wê ji bona wan ra çi bibûya? Şixwe Yezdan bi wan dizanîbû

Choose other languages: