Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #42 Translated in Kurdish

وَالَّذِينَ يُنْفِقُونَ أَمْوَالَهُمْ رِئَاءَ النَّاسِ وَلَا يُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَلَا بِالْيَوْمِ الْآخِرِ ۗ وَمَنْ يَكُنِ الشَّيْطَانُ لَهُ قَرِينًا فَسَاءَ قَرِينًا
Ewanê ku malê xwe bi rûmetî, ji bona merivan ra disixurînin hene! Ewan malê xwe disixurînin ji bona ku meriv bibînin, ewan bi Yezdan û bi dan û gavê para da jî bawer nakin. (Yezdan ji van hez nake ewan hevalê pelîd in) û pelîd ji bona kêra bibe heval, îdî ewa çiqa sikê hevala ne
وَمَاذَا عَلَيْهِمْ لَوْ آمَنُوا بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَأَنْفَقُوا مِمَّا رَزَقَهُمُ اللَّهُ ۚ وَكَانَ اللَّهُ بِهِمْ عَلِيمًا
Û heke ewanan bi Yezdan bi dan û gavê para da bawer bikirinan û ewnan ji wê dilika ku me ji bona wan ra daye, di rêya (Yezdan) da bisixurandinan, gelo wê ji bona wan ra çi bibûya? Şixwe Yezdan bi wan dizanîbû
إِنَّ اللَّهَ لَا يَظْلِمُ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ ۖ وَإِنْ تَكُ حَسَنَةً يُضَاعِفْهَا وَيُؤْتِ مِنْ لَدُنْهُ أَجْرًا عَظِيمًا
Bi rastî Yezdan li tu kesî, wekî çirûskekî jî cewrê nake. Heke (meriv) wekî çirûskekî qencî kiribe (ji xwe Yezdan) ji wî ra ewê qencîya wî car bi car pir dike û Yezdan li bal xwe da ji wî ra xelateke mezin tîne
فَكَيْفَ إِذَا جِئْنَا مِنْ كُلِّ أُمَّةٍ بِشَهِيدٍ وَجِئْنَا بِكَ عَلَىٰ هَٰؤُلَاءِ شَهِيدًا
Îdî di gava em ji bona her komekî ra dîdevanekî tînin û em te jî li ser vanan bi dîdevanî tînin, gelo wê temtêla wanê ça bibe
يَوْمَئِذٍ يَوَدُّ الَّذِينَ كَفَرُوا وَعَصَوُا الرَّسُولَ لَوْ تُسَوَّىٰ بِهِمُ الْأَرْضُ وَلَا يَكْتُمُونَ اللَّهَ حَدِيثًا
Di wê royê da ewanê bûne file û ewanê di hemberê pêxemberan da serî bilind kirine, hene! ewan hez dikin ku zemîn ewanan dabi ilîne. Ewan bi xwerber jî qe tu axiftinê ji Yezdan penha nakin

Choose other languages: