Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #43 Translated in Kurdish

وَمَاذَا عَلَيْهِمْ لَوْ آمَنُوا بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَأَنْفَقُوا مِمَّا رَزَقَهُمُ اللَّهُ ۚ وَكَانَ اللَّهُ بِهِمْ عَلِيمًا
Û heke ewanan bi Yezdan bi dan û gavê para da bawer bikirinan û ewnan ji wê dilika ku me ji bona wan ra daye, di rêya (Yezdan) da bisixurandinan, gelo wê ji bona wan ra çi bibûya? Şixwe Yezdan bi wan dizanîbû
إِنَّ اللَّهَ لَا يَظْلِمُ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ ۖ وَإِنْ تَكُ حَسَنَةً يُضَاعِفْهَا وَيُؤْتِ مِنْ لَدُنْهُ أَجْرًا عَظِيمًا
Bi rastî Yezdan li tu kesî, wekî çirûskekî jî cewrê nake. Heke (meriv) wekî çirûskekî qencî kiribe (ji xwe Yezdan) ji wî ra ewê qencîya wî car bi car pir dike û Yezdan li bal xwe da ji wî ra xelateke mezin tîne
فَكَيْفَ إِذَا جِئْنَا مِنْ كُلِّ أُمَّةٍ بِشَهِيدٍ وَجِئْنَا بِكَ عَلَىٰ هَٰؤُلَاءِ شَهِيدًا
Îdî di gava em ji bona her komekî ra dîdevanekî tînin û em te jî li ser vanan bi dîdevanî tînin, gelo wê temtêla wanê ça bibe
يَوْمَئِذٍ يَوَدُّ الَّذِينَ كَفَرُوا وَعَصَوُا الرَّسُولَ لَوْ تُسَوَّىٰ بِهِمُ الْأَرْضُ وَلَا يَكْتُمُونَ اللَّهَ حَدِيثًا
Di wê royê da ewanê bûne file û ewanê di hemberê pêxemberan da serî bilind kirine, hene! ewan hez dikin ku zemîn ewanan dabi ilîne. Ewan bi xwerber jî qe tu axiftinê ji Yezdan penha nakin
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَقْرَبُوا الصَّلَاةَ وَأَنْتُمْ سُكَارَىٰ حَتَّىٰ تَعْلَمُوا مَا تَقُولُونَ وَلَا جُنُبًا إِلَّا عَابِرِي سَبِيلٍ حَتَّىٰ تَغْتَسِلُوا ۚ وَإِنْ كُنْتُمْ مَرْضَىٰ أَوْ عَلَىٰ سَفَرٍ أَوْ جَاءَ أَحَدٌ مِنْكُمْ مِنَ الْغَائِطِ أَوْ لَامَسْتُمُ النِّسَاءَ فَلَمْ تَجِدُوا مَاءً فَتَيَمَّمُوا صَعِيدًا طَيِّبًا فَامْسَحُوا بِوُجُوهِكُمْ وَأَيْدِيكُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ كَانَ عَفُوًّا غَفُورًا
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn heya nizan bin ka hûn çi dibêjin, di gava nimêjê da, hûn bi mestî nimêj nekin û heke hûn serên pak bin û pêştirê di gava rêwîtîyê da, heya hûn xwe neşon, hên nimêj nekın. Û heke hûn nexweş bin (ku hûn nikarbin avê bixebitînin) ya jî hûn rêwîyê rêya bin (hûn rastê avê ne hatin) ya jî yek ji we ji qedemgehê hatibe (hûn çûbûne qedemgehê we destmêja xwe şikênandibe) ya jî ji yekê ji wan herduk qulukên we, ji peş û paşîya we da tiştek hatibe (destnimêja we hatibe şikênandinê) ya jî dest (we li bedena) jinan ketibe (di wan temtêlên borî da) hûn rastî avê ne hatibin, îdî hûn di şûna destnimêja bi avê, bi xwelyeke temîzê paqij destnimêj bigirin. Hûn bi wê xwelîyê, rûyê xwe û destê xwe mes bikin (xwelyê li wan bixin). Bi rastî Yezdan baxişkar û veşartakê sikatîya ne

Choose other languages: