Surah An-Nisa Ayahs #107 Translated in Kurdish
فَإِذَا قَضَيْتُمُ الصَّلَاةَ فَاذْكُرُوا اللَّهَ قِيَامًا وَقُعُودًا وَعَلَىٰ جُنُوبِكُمْ ۚ فَإِذَا اطْمَأْنَنْتُمْ فَأَقِيمُوا الصَّلَاةَ ۚ إِنَّ الصَّلَاةَ كَانَتْ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ كِتَابًا مَوْقُوتًا
Îdî di gava we nimêja xwe (bi vî awayî pêk anî) hûn perestîya Yezdan li ser pîyan û rûniştî û li ser kêlekan dirêjkirî, bi bîranînî bikin. Îdî di gava hûn (ji tirsa êrişa filan û neyaran) ewlebûn hûn nimêja xwe (weki ça Yezdan ferman kirîye) dîsa wusa pêk bînin. Bi rastî nimêj li ser bawergeran bi danitî nivîsarîyeke (wusa ne, kirina wê bi vê nevê bûye) hatîye nivîsandinê
وَلَا تَهِنُوا فِي ابْتِغَاءِ الْقَوْمِ ۖ إِنْ تَكُونُوا تَأْلَمُونَ فَإِنَّهُمْ يَأْلَمُونَ كَمَا تَأْلَمُونَ ۖ وَتَرْجُونَ مِنَ اللَّهِ مَا لَا يَرْجُونَ ۗ وَكَانَ اللَّهُ عَلِيمًا حَكِيمًا
Û hûn (gelî bawergeran!) ji bona daçûna li pey neyaran da sistayî nekin. Heke hûn (ji daçûna li pey neyaran da) cefa dikişînin, bi rastî ewan neyaran jî cefa kişandine ça hûn cefayî dikişînin û hêj (pirtir jî). Hûn ji Yezdan tiştên wusa daxwazî dikin, ku qe ewan neyaran, ewê daxwazîya we nakin. Bi rastî Yezdan zanayê bijejke ye
إِنَّا أَنْزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِتَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ بِمَا أَرَاكَ اللَّهُ ۚ وَلَا تَكُنْ لِلْخَائِنِينَ خَصِيمًا
Bi rastî me pirtûk li bal te da (Muhemmed) bi mafitî hinartîye, ji bo ku tu di nava kesan da bi wan biryarên ku Yezdan bi te daye diyarkirinê, berewanî bikî. Û tu ji bona qelpan ra nebe parisvanê dozdar
وَاسْتَغْفِرِ اللَّهَ ۖ إِنَّ اللَّهَ كَانَ غَفُورًا رَحِيمًا
Û (Muhemmed! tu ji bona) baxişandina (gunehan) ji Yezdan baxişandanê daxwazî bike. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
وَلَا تُجَادِلْ عَنِ الَّذِينَ يَخْتَانُونَ أَنْفُسَهُمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ لَا يُحِبُّ مَنْ كَانَ خَوَّانًا أَثِيمًا
Û tu ji ber wanê, ku bi xweber li xwe qelpî kirine tekoşînê neke. Bi rastî kîjan qelpî û gunehkarî bike, Yezdan ji wî hez nake
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
