Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #109 Translated in Kurdish

إِنَّا أَنْزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِتَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ بِمَا أَرَاكَ اللَّهُ ۚ وَلَا تَكُنْ لِلْخَائِنِينَ خَصِيمًا
Bi rastî me pirtûk li bal te da (Muhemmed) bi mafitî hinartîye, ji bo ku tu di nava kesan da bi wan biryarên ku Yezdan bi te daye diyarkirinê, berewanî bikî. Û tu ji bona qelpan ra nebe parisvanê dozdar
وَاسْتَغْفِرِ اللَّهَ ۖ إِنَّ اللَّهَ كَانَ غَفُورًا رَحِيمًا
Û (Muhemmed! tu ji bona) baxişandina (gunehan) ji Yezdan baxişandanê daxwazî bike. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
وَلَا تُجَادِلْ عَنِ الَّذِينَ يَخْتَانُونَ أَنْفُسَهُمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ لَا يُحِبُّ مَنْ كَانَ خَوَّانًا أَثِيمًا
Û tu ji ber wanê, ku bi xweber li xwe qelpî kirine tekoşînê neke. Bi rastî kîjan qelpî û gunehkarî bike, Yezdan ji wî hez nake
يَسْتَخْفُونَ مِنَ النَّاسِ وَلَا يَسْتَخْفُونَ مِنَ اللَّهِ وَهُوَ مَعَهُمْ إِذْ يُبَيِّتُونَ مَا لَا يَرْضَىٰ مِنَ الْقَوْلِ ۚ وَكَانَ اللَّهُ بِمَا يَعْمَلُونَ مُحِيطًا
Ewan durûyan (sikatîyên xwe) ji merivan vedişêrin, lê ji Yezdan venaşerin. Di dana şevê da jî ewanan; ewan peyvên Yezdan pê qayîl nabe dihûnin, Yezdan bi xweber jî bi wan ra ne. Bi rastî Yezdan ewê tişta ku ewan dikin, hildaye binê hêzê xwe
هَا أَنْتُمْ هَٰؤُلَاءِ جَادَلْتُمْ عَنْهُمْ فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا فَمَنْ يُجَادِلُ اللَّهَ عَنْهُمْ يَوْمَ الْقِيَامَةِ أَمْ مَنْ يَكُونُ عَلَيْهِمْ وَكِيلًا
(Em bêjin: Muhemmed! tu) di jîna cihanê da ji bona vana tekoşînê bikî, îdî gelo di roya rabûna hemûşkî da, kîjanê ji ber wan da bi Yezdan ra tekoşînê bike? Ya jî kîjanê serkarya wan hilde ser xwe (ku ewan ji şapatan fereste bike)

Choose other languages: