Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #65 Translated in Kurdish

وَإِذَا جَاءُوكُمْ قَالُوا آمَنَّا وَقَدْ دَخَلُوا بِالْكُفْرِ وَهُمْ قَدْ خَرَجُوا بِهِ ۚ وَاللَّهُ أَعْلَمُ بِمَا كَانُوا يَكْتُمُونَ
Û di gavêkî da ewan hatine bal we (ji we ra) gotine: “Me bawer kirîye.” (Gotina wan nîne).Bi sond! Ewan bi filetî hatine û bi filetî jî ewan derketine (çûne). Şixwa Yezdan bi xweber jî çêtir bi wan tiştên ku ewan veşartibûne dizane
وَتَرَىٰ كَثِيرًا مِنْهُمْ يُسَارِعُونَ فِي الْإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ وَأَكْلِهِمُ السُّحْتَ ۚ لَبِئْسَ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Û tu dibînî, ku pirê ji wan ji bona (kirina) gonehan û neyartîya (bi we ra) û ji bona ku tiştên ne durist bixun, bi lez didine ber hevdu. Bi rastî çiqa sike tiştê ewan dikiribûne
لَوْلَا يَنْهَاهُمُ الرَّبَّانِيُّونَ وَالْأَحْبَارُ عَنْ قَوْلِهِمُ الْإِثْمَ وَأَكْلِهِمُ السُّحْتَ ۚ لَبِئْسَ مَا كَانُوا يَصْنَعُونَ
Qey heke zanan û rêberan, ewan ji wan gotinê wanê gonehkarî û ji xurina ne duristî bidana para da çi dibû? Bi rastî çiqa sike tişta ewan ji xwe ra xistibûne pêş e
وَقَالَتِ الْيَهُودُ يَدُ اللَّهِ مَغْلُولَةٌ ۚ غُلَّتْ أَيْدِيهِمْ وَلُعِنُوا بِمَا قَالُوا ۘ بَلْ يَدَاهُ مَبْسُوطَتَانِ يُنْفِقُ كَيْفَ يَشَاءُ ۚ وَلَيَزِيدَنَّ كَثِيرًا مِنْهُمْ مَا أُنْزِلَ إِلَيْكَ مِنْ رَبِّكَ طُغْيَانًا وَكُفْرًا ۚ وَأَلْقَيْنَا بَيْنَهُمُ الْعَدَاوَةَ وَالْبَغْضَاءَ إِلَىٰ يَوْمِ الْقِيَامَةِ ۚ كُلَّمَا أَوْقَدُوا نَارًا لِلْحَرْبِ أَطْفَأَهَا اللَّهُ ۚ وَيَسْعَوْنَ فِي الْأَرْضِ فَسَادًا ۚ وَاللَّهُ لَا يُحِبُّ الْمُفْسِدِينَ
Û cihûyan gotine! Destê Yezdan girêdaye (ji bo wî dayînê nake). Bi sedema wê gotina wan, destê wanê bê giredanê û li wan deherandinê bê kirine. Gotinê wan nîne! Lê herdu destê wî jî vekirîne ewa ça bivê, wusa disixurîne. Û bi rastî filetî û quretîya pirên ji wan, di gavê biryarek ji Xudayê te, li bal te da hatîbe hinartinê, pir dibe. Û me di nava wan da heya roya rabûnê hemûtî, neyartî û xerez avêtîye (îdî ewan nabine destêkî). Ewan çiqa gavêkî ji bona qirînê ra, agirek hilkiribin, Yezdan ewa agira temirandîye. Ewan di zemîn da digerin, ku tevdanîyekî derxin û Yezdan bir xweber jî ji tevdanokan hez nake
وَلَوْ أَنَّ أَهْلَ الْكِتَابِ آمَنُوا وَاتَّقَوْا لَكَفَّرْنَا عَنْهُمْ سَيِّئَاتِهِمْ وَلَأَدْخَلْنَاهُمْ جَنَّاتِ النَّعِيمِ
Û heke xweyê pirtûkan bawer kîribûnan û (ewan Yezdan) parizî kiribûnan, bi rastî meyê jî sikatîyên wan ji ser wan rakira û meyê ewanan bixistina bihişta qencî û xwarin û xakirinan

Choose other languages: