Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #61 Translated in Kurdish

وَمَنْ أَظْلَمُ مِمَّنْ ذُكِّرَ بِآيَاتِ رَبِّهِ فَأَعْرَضَ عَنْهَا وَنَسِيَ مَا قَدَّمَتْ يَدَاهُ ۚ إِنَّا جَعَلْنَا عَلَىٰ قُلُوبِهِمْ أَكِنَّةً أَنْ يَفْقَهُوهُ وَفِي آذَانِهِمْ وَقْرًا ۖ وَإِنْ تَدْعُهُمْ إِلَى الْهُدَىٰ فَلَنْ يَهْتَدُوا إِذًا أَبَدًا
Gelo ji wî kesê, ku bi beratên Xudayê xwe tê şîret kirinê, îdî paşê pişta xwe dide wan şîretan (litê nake) û tişta kirî jî bîrva bike (bêje: "Evan kirinê min nînin") cewrkartir kî heye? Ji bo ku ewan pisporîya rastîyê nekin, me li ser dilê wan da xêlî kişandîye, di gohê wan bi xweber da jî kerayî heye. Heke tu ewana gazî bal rastîyê bikî, îdî ewan tu gavê nayêne rêya rast
وَرَبُّكَ الْغَفُورُ ذُو الرَّحْمَةِ ۖ لَوْ يُؤَاخِذُهُمْ بِمَا كَسَبُوا لَعَجَّلَ لَهُمُ الْعَذَابَ ۚ بَلْ لَهُمْ مَوْعِدٌ لَنْ يَجِدُوا مِنْ دُونِهِ مَوْئِلًا
Heke ewî Xudayê te yê baxişgerê dilovîn, heman ewan bi keda wanên kirî, bi şapatê bigirtinan, wê şapatê ji bona wan ra bi lez bihata. Lê ji bona şapatdana wan, danekî wanê wusa heye, gava ewa dana hat, ewan ji pêştirê Yezdan rastê tu penahî nayên (ku ewan ji wê şapatê biparisîne)
وَتِلْكَ الْقُرَىٰ أَهْلَكْنَاهُمْ لَمَّا ظَلَمُوا وَجَعَلْنَا لِمَهْلِكِهِمْ مَوْعِدًا
Evanan, ew gundên, ku me ji bona cewra wan ewan teşqele kirine. Me ji bona teşqelekirina wan jî, danekî diyarî dabûye
وَإِذْ قَالَ مُوسَىٰ لِفَتَاهُ لَا أَبْرَحُ حَتَّىٰ أَبْلُغَ مَجْمَعَ الْبَحْرَيْنِ أَوْ أَمْضِيَ حُقُبًا
Di gavekî da Mûsa ji bona xortê xwe (aha) gotîbûye: "Heya ez neçime wî cîhê, ku her du avşîn tevê hev dibin, ez nahew im, ya jî ezê bi salan bigerim
فَلَمَّا بَلَغَا مَجْمَعَ بَيْنِهِمَا نَسِيَا حُوتَهُمَا فَاتَّخَذَ سَبِيلَهُ فِي الْبَحْرِ سَرَبًا
Îdî gava ewan çûn, gehîjtine wî cîhê, ku her du zerya tevê hev bûne, ewan di wura da masîyê xwe bîrva kirine. Masîyê wan di deryayê da rêya xwe girtîye çûye

Choose other languages: