Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #63 Translated in Kurdish

وَتِلْكَ الْقُرَىٰ أَهْلَكْنَاهُمْ لَمَّا ظَلَمُوا وَجَعَلْنَا لِمَهْلِكِهِمْ مَوْعِدًا
Evanan, ew gundên, ku me ji bona cewra wan ewan teşqele kirine. Me ji bona teşqelekirina wan jî, danekî diyarî dabûye
وَإِذْ قَالَ مُوسَىٰ لِفَتَاهُ لَا أَبْرَحُ حَتَّىٰ أَبْلُغَ مَجْمَعَ الْبَحْرَيْنِ أَوْ أَمْضِيَ حُقُبًا
Di gavekî da Mûsa ji bona xortê xwe (aha) gotîbûye: "Heya ez neçime wî cîhê, ku her du avşîn tevê hev dibin, ez nahew im, ya jî ezê bi salan bigerim
فَلَمَّا بَلَغَا مَجْمَعَ بَيْنِهِمَا نَسِيَا حُوتَهُمَا فَاتَّخَذَ سَبِيلَهُ فِي الْبَحْرِ سَرَبًا
Îdî gava ewan çûn, gehîjtine wî cîhê, ku her du zerya tevê hev bûne, ewan di wura da masîyê xwe bîrva kirine. Masîyê wan di deryayê da rêya xwe girtîye çûye
فَلَمَّا جَاوَزَا قَالَ لِفَتَاهُ آتِنَا غَدَاءَنَا لَقَدْ لَقِينَا مِنْ سَفَرِنَا هَٰذَا نَصَبًا
Îdî gava ewan herduk ji wê derê borîne (Mûsa) ji bona xortê xwe ra gotîye: "Ka taştêya me bîne, bi sond! Di vê rêwêtîya me yê hanê da westandinekî em girtine
قَالَ أَرَأَيْتَ إِذْ أَوَيْنَا إِلَى الصَّخْرَةِ فَإِنِّي نَسِيتُ الْحُوتَ وَمَا أَنْسَانِيهُ إِلَّا الشَّيْطَانُ أَنْ أَذْكُرَهُ ۚ وَاتَّخَذَ سَبِيلَهُ فِي الْبَحْرِ عَجَبًا
(Xort ji bona Mûsa) ra gotîye: "Te dît! Gava em hatibûne bal zinar, îdî min masî bîrva kirîye (masî li wura maye). Ji pêştirê pelîd tu tiştî ji bîra min nebirîye, ku ez ji bona te ra bêjim: (Ha va masî çûye avşînê).” Ewî masîyê di zeryayê da ji xwe ra rêyeke sodret girtibû

Choose other languages: