Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #65 Translated in Kurdish

فَلَمَّا بَلَغَا مَجْمَعَ بَيْنِهِمَا نَسِيَا حُوتَهُمَا فَاتَّخَذَ سَبِيلَهُ فِي الْبَحْرِ سَرَبًا
Îdî gava ewan çûn, gehîjtine wî cîhê, ku her du zerya tevê hev bûne, ewan di wura da masîyê xwe bîrva kirine. Masîyê wan di deryayê da rêya xwe girtîye çûye
فَلَمَّا جَاوَزَا قَالَ لِفَتَاهُ آتِنَا غَدَاءَنَا لَقَدْ لَقِينَا مِنْ سَفَرِنَا هَٰذَا نَصَبًا
Îdî gava ewan herduk ji wê derê borîne (Mûsa) ji bona xortê xwe ra gotîye: "Ka taştêya me bîne, bi sond! Di vê rêwêtîya me yê hanê da westandinekî em girtine
قَالَ أَرَأَيْتَ إِذْ أَوَيْنَا إِلَى الصَّخْرَةِ فَإِنِّي نَسِيتُ الْحُوتَ وَمَا أَنْسَانِيهُ إِلَّا الشَّيْطَانُ أَنْ أَذْكُرَهُ ۚ وَاتَّخَذَ سَبِيلَهُ فِي الْبَحْرِ عَجَبًا
(Xort ji bona Mûsa) ra gotîye: "Te dît! Gava em hatibûne bal zinar, îdî min masî bîrva kirîye (masî li wura maye). Ji pêştirê pelîd tu tiştî ji bîra min nebirîye, ku ez ji bona te ra bêjim: (Ha va masî çûye avşînê).” Ewî masîyê di zeryayê da ji xwe ra rêyeke sodret girtibû
قَالَ ذَٰلِكَ مَا كُنَّا نَبْغِ ۚ فَارْتَدَّا عَلَىٰ آثَارِهِمَا قَصَصًا
(Mûsa ji bona xortê xwe ra aha) gotîye: "Tişta em lê digeryan ewa ye." Îdî ewan herduk para da di şûna xwe da vegeryan, ji hev ra bûyera xwe digotin
فَوَجَدَا عَبْدًا مِنْ عِبَادِنَا آتَيْنَاهُ رَحْمَةً مِنْ عِنْدِنَا وَعَلَّمْنَاهُ مِنْ لَدُنَّا عِلْمًا
Îdî ewan herduk, rastî bendekî ji bendeyên me hatin, ku me ji bal xwe da ji bona wî ra dilovanîyek dabû û me ji bal xwe da ji bona wî ra zanînek hîn kiribû

Choose other languages: