Surah Al-Kahf Ayahs #67 Translated in Kurdish
قَالَ أَرَأَيْتَ إِذْ أَوَيْنَا إِلَى الصَّخْرَةِ فَإِنِّي نَسِيتُ الْحُوتَ وَمَا أَنْسَانِيهُ إِلَّا الشَّيْطَانُ أَنْ أَذْكُرَهُ ۚ وَاتَّخَذَ سَبِيلَهُ فِي الْبَحْرِ عَجَبًا
(Xort ji bona Mûsa) ra gotîye: "Te dît! Gava em hatibûne bal zinar, îdî min masî bîrva kirîye (masî li wura maye). Ji pêştirê pelîd tu tiştî ji bîra min nebirîye, ku ez ji bona te ra bêjim: (Ha va masî çûye avşînê).” Ewî masîyê di zeryayê da ji xwe ra rêyeke sodret girtibû
قَالَ ذَٰلِكَ مَا كُنَّا نَبْغِ ۚ فَارْتَدَّا عَلَىٰ آثَارِهِمَا قَصَصًا
(Mûsa ji bona xortê xwe ra aha) gotîye: "Tişta em lê digeryan ewa ye." Îdî ewan herduk para da di şûna xwe da vegeryan, ji hev ra bûyera xwe digotin
فَوَجَدَا عَبْدًا مِنْ عِبَادِنَا آتَيْنَاهُ رَحْمَةً مِنْ عِنْدِنَا وَعَلَّمْنَاهُ مِنْ لَدُنَّا عِلْمًا
Îdî ewan herduk, rastî bendekî ji bendeyên me hatin, ku me ji bal xwe da ji bona wî ra dilovanîyek dabû û me ji bal xwe da ji bona wî ra zanînek hîn kiribû
قَالَ لَهُ مُوسَىٰ هَلْ أَتَّبِعُكَ عَلَىٰ أَنْ تُعَلِّمَنِ مِمَّا عُلِّمْتَ رُشْدًا
Mûsa ji bona wî (bendî ra aha) gotibû: "(Destûra te heye) ku ez bibime peyrewê te, ji bo ku tu min hînê wê zanîna, tu hînê wê bûyî, bikî
قَالَ إِنَّكَ لَنْ تَسْتَطِيعَ مَعِيَ صَبْرًا
Ewî (ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Bi rastî tu nikarî bi min ra hew bikî
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
