Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #58 Translated in Kurdish

وَإِذْ قَالَ مُوسَىٰ لِقَوْمِهِ يَا قَوْمِ إِنَّكُمْ ظَلَمْتُمْ أَنْفُسَكُمْ بِاتِّخَاذِكُمُ الْعِجْلَ فَتُوبُوا إِلَىٰ بَارِئِكُمْ فَاقْتُلُوا أَنْفُسَكُمْ ذَٰلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ عِنْدَ بَارِئِكُمْ فَتَابَ عَلَيْكُمْ ۚ إِنَّهُ هُوَ التَّوَّابُ الرَّحِيمُ
Û hûn ewê gava, ku Mûsa ji bona kûmalê xwe ra gotibû: “Gelî komalê min! Bi rastî, ji ber ku we ewa golika ji xwe ra bi perestî girtibûn, we li xwe cewr kiribûye, hûn ji wan kirine xwe para da li bal Xudayê xwe da bizivirin û hûn (dil xwazine) xwe bikujin (bi gotina wî nekin). Eva şîreta hanê li bal Xudayê we, ji bona we ra çêtir e. Îdî (ji piştî poşmanîya we Xudayê we) hûn baxişandin (bîra xwe bînin). Bi rastî hey Xuda bi xweber pir baxişkarê dilovîn e
وَإِذْ قُلْتُمْ يَا مُوسَىٰ لَنْ نُؤْمِنَ لَكَ حَتَّىٰ نَرَى اللَّهَ جَهْرَةً فَأَخَذَتْكُمُ الصَّاعِقَةُ وَأَنْتُمْ تَنْظُرُونَ
Û hûn ewê gava, ku we ji bona Mûsa ra gotibû: “Bi rastî heya ku em Yezdan ber çavî ne bînin, em bi te bawer nakin. Îdî dengê birûska bê hişî hûn girtîbûn, we bi xweber jî bi bê zarî mêze dikirin (bîra xwe bînin)
ثُمَّ بَعَثْنَاكُمْ مِنْ بَعْدِ مَوْتِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Dibe ku hûn sipazî bikin, paşê me hûn ji we xwava çûnê bi hişyarî rakirin
وَظَلَّلْنَا عَلَيْكُمُ الْغَمَامَ وَأَنْزَلْنَا عَلَيْكُمُ الْمَنَّ وَالسَّلْوَىٰ ۖ كُلُوا مِنْ طَيِّبَاتِ مَا رَزَقْنَاكُمْ ۖ وَمَا ظَلَمُونَا وَلَٰكِنْ كَانُوا أَنْفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ
Û me ewr li ser we da xistine sîwan û me li ser we da qarût û gezo hinartîye (me ji wan ra aha gotîye): “Hûn ji qencê wan rozîne, ku me bi rozîtî daye we, bi xwun” Ewan li me cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr dikiribûne
وَإِذْ قُلْنَا ادْخُلُوا هَٰذِهِ الْقَرْيَةَ فَكُلُوا مِنْهَا حَيْثُ شِئْتُمْ رَغَدًا وَادْخُلُوا الْبَابَ سُجَّدًا وَقُولُوا حِطَّةٌ نَغْفِرْ لَكُمْ خَطَايَاكُمْ ۚ وَسَنَزِيدُ الْمُحْسِنِينَ
Û gava me (ji wan zarne cihûyan ra) gotibû: “Hûn bikebine vî gundî (Qudis); îdî hûn ji xwarinne wî ça hez dikin. li kêderê bivên, wusa bixun. û we bi givivire û hûn bi kundetî di derî da bikebine hundur û hûn lava bikin, (aha) bejin: Xuda! Tu gunehne me bibaxişîne, ji me dayne (di şûna peyva Hitetê. Hintetên di gotibanê).” Emê jî ji bona we ra gunehne we bibaxişînin û hêj emê ji bona wanê qencî kar ra, qencîyan pirtir bikin

Choose other languages: