Surah Al-Baqara Ayahs #60 Translated in Kurdish
ثُمَّ بَعَثْنَاكُمْ مِنْ بَعْدِ مَوْتِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Dibe ku hûn sipazî bikin, paşê me hûn ji we xwava çûnê bi hişyarî rakirin
وَظَلَّلْنَا عَلَيْكُمُ الْغَمَامَ وَأَنْزَلْنَا عَلَيْكُمُ الْمَنَّ وَالسَّلْوَىٰ ۖ كُلُوا مِنْ طَيِّبَاتِ مَا رَزَقْنَاكُمْ ۖ وَمَا ظَلَمُونَا وَلَٰكِنْ كَانُوا أَنْفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ
Û me ewr li ser we da xistine sîwan û me li ser we da qarût û gezo hinartîye (me ji wan ra aha gotîye): “Hûn ji qencê wan rozîne, ku me bi rozîtî daye we, bi xwun” Ewan li me cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr dikiribûne
وَإِذْ قُلْنَا ادْخُلُوا هَٰذِهِ الْقَرْيَةَ فَكُلُوا مِنْهَا حَيْثُ شِئْتُمْ رَغَدًا وَادْخُلُوا الْبَابَ سُجَّدًا وَقُولُوا حِطَّةٌ نَغْفِرْ لَكُمْ خَطَايَاكُمْ ۚ وَسَنَزِيدُ الْمُحْسِنِينَ
Û gava me (ji wan zarne cihûyan ra) gotibû: “Hûn bikebine vî gundî (Qudis); îdî hûn ji xwarinne wî ça hez dikin. li kêderê bivên, wusa bixun. û we bi givivire û hûn bi kundetî di derî da bikebine hundur û hûn lava bikin, (aha) bejin: Xuda! Tu gunehne me bibaxişîne, ji me dayne (di şûna peyva Hitetê. Hintetên di gotibanê).” Emê jî ji bona we ra gunehne we bibaxişînin û hêj emê ji bona wanê qencî kar ra, qencîyan pirtir bikin
فَبَدَّلَ الَّذِينَ ظَلَمُوا قَوْلًا غَيْرَ الَّذِي قِيلَ لَهُمْ فَأَنْزَلْنَا عَلَى الَّذِينَ ظَلَمُوا رِجْزًا مِنَ السَّمَاءِ بِمَا كَانُوا يَفْسُقُونَ
Îdî ewanê cewr kiribûne hene! Ewan; van şîreta hanê, bi wan şîretne, ku qe ji wan ra ne hatibûye getinê, guhurandine. Me jî li ser wanê cewr kiribûne ji ezmanan bi sedema ji rê derketina wan, şapatek hinartîye
وَإِذِ اسْتَسْقَىٰ مُوسَىٰ لِقَوْمِهِ فَقُلْنَا اضْرِبْ بِعَصَاكَ الْحَجَرَ ۖ فَانْفَجَرَتْ مِنْهُ اثْنَتَا عَشْرَةَ عَيْنًا ۖ قَدْ عَلِمَ كُلُّ أُنَاسٍ مَشْرَبَهُمْ ۖ كُلُوا وَاشْرَبُوا مِنْ رِزْقِ اللَّهِ وَلَا تَعْثَوْا فِي الْأَرْضِ مُفْسِدِينَ
Û gavekî Mûsa ji bona komalê xwe ra li avê digerîya, îdî me jî ji Mûsa ra got: “Tu gopalê xwe li kevir bixe.” Ji piştî ku Mûsa bi gopal li kevir da, ji kevir danzdeh kanî zan. Bi sond! Hemûşk kesan şûna av vexwarina xwe, dizanîyan. Hûn ji wan xwerin û vexwirinê, ku Yezdan ji bona we ra xistîye rozînî bixun û vexun û hûn di zemîn da bi tevdanî negerin (ji rêya rast dernekebin)
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
