Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #48 Translated in Kurdish

أَتَأْمُرُونَ النَّاسَ بِالْبِرِّ وَتَنْسَوْنَ أَنْفُسَكُمْ وَأَنْتُمْ تَتْلُونَ الْكِتَابَ ۚ أَفَلَا تَعْقِلُونَ
Hûn ça fermana kesan bi qencîyan dikin, hûn xwe jî bîrva dikin û hûn bi xweber jî pirtûkê di xunin? Îdî qe hûn hiş hilnadin
وَاسْتَعِينُوا بِالصَّبْرِ وَالصَّلَاةِ ۚ وَإِنَّهَا لَكَبِيرَةٌ إِلَّا عَلَى الْخَاشِعِينَ
Û hûn ji Yezdan bi hewdana li ser perestîyê û bi nimêj kirinê, arikarî bixwazin. Eva xwastina bi vî awayî ji xêncî xudatirsan li ser merivan pir mezin e
الَّذِينَ يَظُنُّونَ أَنَّهُمْ مُلَاقُو رَبِّهِمْ وَأَنَّهُمْ إِلَيْهِ رَاجِعُونَ
Ewanê guman dikin, ku ewanê rastî Xudayê xwe werin û bi rastî ewanê li bal Xudayê xwe da bizivirin, hene! Xudatirs ewan in
يَا بَنِي إِسْرَائِيلَ اذْكُرُوا نِعْمَتِيَ الَّتِي أَنْعَمْتُ عَلَيْكُمْ وَأَنِّي فَضَّلْتُكُمْ عَلَى الْعَالَمِينَ
Gelî zarne cihûyan! hûn ewan qencîne min e, ku min bi we kirîye bîra xwe bînin û bi rastî min hûn li ser (rûnîştîne) cihanê rûmetdartir kirine
وَاتَّقُوا يَوْمًا لَا تَجْزِي نَفْسٌ عَنْ نَفْسٍ شَيْئًا وَلَا يُقْبَلُ مِنْهَا شَفَاعَةٌ وَلَا يُؤْخَذُ مِنْهَا عَدْلٌ وَلَا هُمْ يُنْصَرُونَ
Û ji wê roya, ku di wê roye da bi tu cureyî can ji ber canekî mayî ra nayê şapat kirinê û ji bona wî canê nûsitemkar tu mehderî nayê litê kirinê û ji bona ferestîya wî tu berberya bi tiştan jî nayê hildanê û ewan bi xweber jî nayêne arîkar kirinê, hûn xwe biparîsînin

Choose other languages: