Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #49 Translated in Kurdish

وَاسْتَعِينُوا بِالصَّبْرِ وَالصَّلَاةِ ۚ وَإِنَّهَا لَكَبِيرَةٌ إِلَّا عَلَى الْخَاشِعِينَ
Û hûn ji Yezdan bi hewdana li ser perestîyê û bi nimêj kirinê, arikarî bixwazin. Eva xwastina bi vî awayî ji xêncî xudatirsan li ser merivan pir mezin e
الَّذِينَ يَظُنُّونَ أَنَّهُمْ مُلَاقُو رَبِّهِمْ وَأَنَّهُمْ إِلَيْهِ رَاجِعُونَ
Ewanê guman dikin, ku ewanê rastî Xudayê xwe werin û bi rastî ewanê li bal Xudayê xwe da bizivirin, hene! Xudatirs ewan in
يَا بَنِي إِسْرَائِيلَ اذْكُرُوا نِعْمَتِيَ الَّتِي أَنْعَمْتُ عَلَيْكُمْ وَأَنِّي فَضَّلْتُكُمْ عَلَى الْعَالَمِينَ
Gelî zarne cihûyan! hûn ewan qencîne min e, ku min bi we kirîye bîra xwe bînin û bi rastî min hûn li ser (rûnîştîne) cihanê rûmetdartir kirine
وَاتَّقُوا يَوْمًا لَا تَجْزِي نَفْسٌ عَنْ نَفْسٍ شَيْئًا وَلَا يُقْبَلُ مِنْهَا شَفَاعَةٌ وَلَا يُؤْخَذُ مِنْهَا عَدْلٌ وَلَا هُمْ يُنْصَرُونَ
Û ji wê roya, ku di wê roye da bi tu cureyî can ji ber canekî mayî ra nayê şapat kirinê û ji bona wî canê nûsitemkar tu mehderî nayê litê kirinê û ji bona ferestîya wî tu berberya bi tiştan jî nayê hildanê û ewan bi xweber jî nayêne arîkar kirinê, hûn xwe biparîsînin
وَإِذْ نَجَّيْنَاكُمْ مِنْ آلِ فِرْعَوْنَ يَسُومُونَكُمْ سُوءَ الْعَذَابِ يُذَبِّحُونَ أَبْنَاءَكُمْ وَيَسْتَحْيُونَ نِسَاءَكُمْ ۚ وَفِي ذَٰلِكُمْ بَلَاءٌ مِنْ رَبِّكُمْ عَظِيمٌ
Û hûn (gelî zarne cihûyan!) gava min hûn ji hevrîne Fir’ewn fereste kiribûn, ku (ewan hevrîne Fir’ewn jî) bi şikê şapatan hûn didane şapat kirinê. Ewan serê zarne we ne kur in jê dikirin (keç) û jinê we para da didane jînandinê (bîra xwe bînin). Bi rastî di van şapatan da ji Xudayê we ji bona we ra ceribandineke pir mezin heye

Choose other languages: