Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #52 Translated in Kurdish

وَاتَّقُوا يَوْمًا لَا تَجْزِي نَفْسٌ عَنْ نَفْسٍ شَيْئًا وَلَا يُقْبَلُ مِنْهَا شَفَاعَةٌ وَلَا يُؤْخَذُ مِنْهَا عَدْلٌ وَلَا هُمْ يُنْصَرُونَ
Û ji wê roya, ku di wê roye da bi tu cureyî can ji ber canekî mayî ra nayê şapat kirinê û ji bona wî canê nûsitemkar tu mehderî nayê litê kirinê û ji bona ferestîya wî tu berberya bi tiştan jî nayê hildanê û ewan bi xweber jî nayêne arîkar kirinê, hûn xwe biparîsînin
وَإِذْ نَجَّيْنَاكُمْ مِنْ آلِ فِرْعَوْنَ يَسُومُونَكُمْ سُوءَ الْعَذَابِ يُذَبِّحُونَ أَبْنَاءَكُمْ وَيَسْتَحْيُونَ نِسَاءَكُمْ ۚ وَفِي ذَٰلِكُمْ بَلَاءٌ مِنْ رَبِّكُمْ عَظِيمٌ
Û hûn (gelî zarne cihûyan!) gava min hûn ji hevrîne Fir’ewn fereste kiribûn, ku (ewan hevrîne Fir’ewn jî) bi şikê şapatan hûn didane şapat kirinê. Ewan serê zarne we ne kur in jê dikirin (keç) û jinê we para da didane jînandinê (bîra xwe bînin). Bi rastî di van şapatan da ji Xudayê we ji bona we ra ceribandineke pir mezin heye
وَإِذْ فَرَقْنَا بِكُمُ الْبَحْرَ فَأَنْجَيْنَاكُمْ وَأَغْرَقْنَا آلَ فِرْعَوْنَ وَأَنْتُمْ تَنْظُرُونَ
Û hûn ewê gava, ku me derya ji bona (ferestîya we) ji hev çırand, me hûn fereste kirin û hevrîne Fir’ewn jî me di avê da fetisandin we bi xweber jî li wan mêze dikirin (bîra xwe bînin)
وَإِذْ وَاعَدْنَا مُوسَىٰ أَرْبَعِينَ لَيْلَةً ثُمَّ اتَّخَذْتُمُ الْعِجْلَ مِنْ بَعْدِهِ وَأَنْتُمْ ظَالِمُونَ
Û hûn ewê gava, ku me ji bona Mûsa ra peymana bi çil şevê dabû; (ji bona hinartina pirtûka bin av Tewrat li çîyayê Tûrusînayê) we bi xweber jî li dûv Mûsa da ewa golika ji xwe ra bi perestî girtibûn, bi wê girtêna golikê bi perestî we bi xweber li xwe cewr kiribûn
ثُمَّ عَفَوْنَا عَنْكُمْ مِنْ بَعْدِ ذَٰلِكَ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Me paşê ji wan nûsitemkarîyan, hûn baxişandin (bîra xwe bînin) dibe ku hûn sipazî bikin

Choose other languages: