Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #55 Translated in Kurdish

وَإِذْ وَاعَدْنَا مُوسَىٰ أَرْبَعِينَ لَيْلَةً ثُمَّ اتَّخَذْتُمُ الْعِجْلَ مِنْ بَعْدِهِ وَأَنْتُمْ ظَالِمُونَ
Û hûn ewê gava, ku me ji bona Mûsa ra peymana bi çil şevê dabû; (ji bona hinartina pirtûka bin av Tewrat li çîyayê Tûrusînayê) we bi xweber jî li dûv Mûsa da ewa golika ji xwe ra bi perestî girtibûn, bi wê girtêna golikê bi perestî we bi xweber li xwe cewr kiribûn
ثُمَّ عَفَوْنَا عَنْكُمْ مِنْ بَعْدِ ذَٰلِكَ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Me paşê ji wan nûsitemkarîyan, hûn baxişandin (bîra xwe bînin) dibe ku hûn sipazî bikin
وَإِذْ آتَيْنَا مُوسَى الْكِتَابَ وَالْفُرْقَانَ لَعَلَّكُمْ تَهْتَدُونَ
Û hûn ewê gava, ku me ji bona Mûsa ra pirtûk (Tewrat) û berewanîya di nîveka maf û pûçîtîyê dabû (bîra xwe bînin). Bi rastî hêvî heye, ku hûn werne rêya rast
وَإِذْ قَالَ مُوسَىٰ لِقَوْمِهِ يَا قَوْمِ إِنَّكُمْ ظَلَمْتُمْ أَنْفُسَكُمْ بِاتِّخَاذِكُمُ الْعِجْلَ فَتُوبُوا إِلَىٰ بَارِئِكُمْ فَاقْتُلُوا أَنْفُسَكُمْ ذَٰلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ عِنْدَ بَارِئِكُمْ فَتَابَ عَلَيْكُمْ ۚ إِنَّهُ هُوَ التَّوَّابُ الرَّحِيمُ
Û hûn ewê gava, ku Mûsa ji bona kûmalê xwe ra gotibû: “Gelî komalê min! Bi rastî, ji ber ku we ewa golika ji xwe ra bi perestî girtibûn, we li xwe cewr kiribûye, hûn ji wan kirine xwe para da li bal Xudayê xwe da bizivirin û hûn (dil xwazine) xwe bikujin (bi gotina wî nekin). Eva şîreta hanê li bal Xudayê we, ji bona we ra çêtir e. Îdî (ji piştî poşmanîya we Xudayê we) hûn baxişandin (bîra xwe bînin). Bi rastî hey Xuda bi xweber pir baxişkarê dilovîn e
وَإِذْ قُلْتُمْ يَا مُوسَىٰ لَنْ نُؤْمِنَ لَكَ حَتَّىٰ نَرَى اللَّهَ جَهْرَةً فَأَخَذَتْكُمُ الصَّاعِقَةُ وَأَنْتُمْ تَنْظُرُونَ
Û hûn ewê gava, ku we ji bona Mûsa ra gotibû: “Bi rastî heya ku em Yezdan ber çavî ne bînin, em bi te bawer nakin. Îdî dengê birûska bê hişî hûn girtîbûn, we bi xweber jî bi bê zarî mêze dikirin (bîra xwe bînin)

Choose other languages: