Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #272 Translated in Kurdish

الشَّيْطَانُ يَعِدُكُمُ الْفَقْرَ وَيَأْمُرُكُمْ بِالْفَحْشَاءِ ۖ وَاللَّهُ يَعِدُكُمْ مَغْفِرَةً مِنْهُ وَفَضْلًا ۗ وَاللَّهُ وَاسِعٌ عَلِيمٌ
Pelîd we bi xezanîyê dide tirsandinê û fermana we bi sikatî û maştoqîyê dike û Yezdan jî baxişandina ji xwe û abora pir ji bona we ra, peyman dide. Û Yezdan zengîn e pir zan e
يُؤْتِي الْحِكْمَةَ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَمَنْ يُؤْتَ الْحِكْمَةَ فَقَدْ أُوتِيَ خَيْرًا كَثِيرًا ۗ وَمَا يَذَّكَّرُ إِلَّا أُولُو الْأَلْبَابِ
Yezdan ji bona evînê xwe ra zanîna retkokî dide. Û zanîna retkokî ji bona kê ra hatibe dayîne, îdî bi sond! Ji bona wî ra qencîne pir hatine dayînê. Evî hey ewanê xweyê hiş, diponijin
وَمَا أَنْفَقْتُمْ مِنْ نَفَقَةٍ أَوْ نَذَرْتُمْ مِنْ نَذْرٍ فَإِنَّ اللَّهَ يَعْلَمُهُ ۗ وَمَا لِلظَّالِمِينَ مِنْ أَنْصَارٍ
Û hûn ji malê xwe çi ji bona hewcan ra bisixurînin, ya jî hûn ji malê xwe çi ji bona hewcan ra bi peymanî heyran bikin, , îdî bi rastî Yezdan bi wî dizane. Û ji bona . cewrkaran jî tu arîkarî tune ye
إِنْ تُبْدُوا الصَّدَقَاتِ فَنِعِمَّا هِيَ ۖ وَإِنْ تُخْفُوهَا وَتُؤْتُوهَا الْفُقَرَاءَ فَهُوَ خَيْرٌ لَكُمْ ۚ وَيُكَفِّرُ عَنْكُمْ مِنْ سَيِّئَاتِكُمْ ۗ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ
Û heke hûn qencîne xwe (xêrê xwe) bi diyarî bikin, îdî çi qa rind e! Û heke hûn ewan qencîne xwe veşêrin, hûn ewan bi dizîka da bidine xezanan, şixwa ji bona we ra çêtir e. Û bi wan, hinekî ji gunehê we radibe. Û Yezdan bi xweber jî bi wan tiştne ku hûn dikin, agahdar e
لَيْسَ عَلَيْكَ هُدَاهُمْ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ يَهْدِي مَنْ يَشَاءُ ۗ وَمَا تُنْفِقُوا مِنْ خَيْرٍ فَلِأَنْفُسِكُمْ ۚ وَمَا تُنْفِقُونَ إِلَّا ابْتِغَاءَ وَجْهِ اللَّهِ ۚ وَمَا تُنْفِقُوا مِنْ خَيْرٍ يُوَفَّ إِلَيْكُمْ وَأَنْتُمْ لَا تُظْلَمُونَ
(Muhemmed!) Hatina wan li bal rêya rast da li ser te bi vê nevê nîne. Û lêYezdan kîjanî bivê, ewî tîne rêya rast. Û hûn ji qencîyan çi bikin, îdî hûn ewê qencîyê ji bona xwe ra dikin. Şixwa hûn hey ji bona qayîlbûna Yezdan disixurînin. Û hûn ji qencîya çi bisixurînin, ewa li bal we da bê kemayî tê dayînê û li we jî nayê cewr kirinê

Choose other languages: