Surah Al-Baqara Ayahs #274 Translated in Kurdish
وَمَا أَنْفَقْتُمْ مِنْ نَفَقَةٍ أَوْ نَذَرْتُمْ مِنْ نَذْرٍ فَإِنَّ اللَّهَ يَعْلَمُهُ ۗ وَمَا لِلظَّالِمِينَ مِنْ أَنْصَارٍ
Û hûn ji malê xwe çi ji bona hewcan ra bisixurînin, ya jî hûn ji malê xwe çi ji bona hewcan ra bi peymanî heyran bikin, , îdî bi rastî Yezdan bi wî dizane. Û ji bona . cewrkaran jî tu arîkarî tune ye
إِنْ تُبْدُوا الصَّدَقَاتِ فَنِعِمَّا هِيَ ۖ وَإِنْ تُخْفُوهَا وَتُؤْتُوهَا الْفُقَرَاءَ فَهُوَ خَيْرٌ لَكُمْ ۚ وَيُكَفِّرُ عَنْكُمْ مِنْ سَيِّئَاتِكُمْ ۗ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ
Û heke hûn qencîne xwe (xêrê xwe) bi diyarî bikin, îdî çi qa rind e! Û heke hûn ewan qencîne xwe veşêrin, hûn ewan bi dizîka da bidine xezanan, şixwa ji bona we ra çêtir e. Û bi wan, hinekî ji gunehê we radibe. Û Yezdan bi xweber jî bi wan tiştne ku hûn dikin, agahdar e
لَيْسَ عَلَيْكَ هُدَاهُمْ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ يَهْدِي مَنْ يَشَاءُ ۗ وَمَا تُنْفِقُوا مِنْ خَيْرٍ فَلِأَنْفُسِكُمْ ۚ وَمَا تُنْفِقُونَ إِلَّا ابْتِغَاءَ وَجْهِ اللَّهِ ۚ وَمَا تُنْفِقُوا مِنْ خَيْرٍ يُوَفَّ إِلَيْكُمْ وَأَنْتُمْ لَا تُظْلَمُونَ
(Muhemmed!) Hatina wan li bal rêya rast da li ser te bi vê nevê nîne. Û lêYezdan kîjanî bivê, ewî tîne rêya rast. Û hûn ji qencîyan çi bikin, îdî hûn ewê qencîyê ji bona xwe ra dikin. Şixwa hûn hey ji bona qayîlbûna Yezdan disixurînin. Û hûn ji qencîya çi bisixurînin, ewa li bal we da bê kemayî tê dayînê û li we jî nayê cewr kirinê
لِلْفُقَرَاءِ الَّذِينَ أُحْصِرُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ لَا يَسْتَطِيعُونَ ضَرْبًا فِي الْأَرْضِ يَحْسَبُهُمُ الْجَاهِلُ أَغْنِيَاءَ مِنَ التَّعَفُّفِ تَعْرِفُهُمْ بِسِيمَاهُمْ لَا يَسْأَلُونَ النَّاسَ إِلْحَافًا ۗ وَمَا تُنْفِقُوا مِنْ خَيْرٍ فَإِنَّ اللَّهَ بِهِ عَلِيمٌ
(Hûn qencîne xwe) ji bona wan xezanne, ku di rêya Yezdan da ji xebata xwe qopmane, îdî nikarin di zemîn da ji bona aboraya xwe bigerin; ji fedîtîya xwe, ewan ji merivan qe tu tiştî bi lavayî naxwazin, tu ewan bi rû û rûçikê wan nas dikî, nezan dibêjin: “Qey ewan zengîn in” (ji ber wî, ewan ji bona aborya xwa, xwestinê nakin) bidin. Û hûn ji qencîyan (xêran) çi bisixurînin, îdî Yezdan, hey bi wî dizane
الَّذِينَ يُنْفِقُونَ أَمْوَالَهُمْ بِاللَّيْلِ وَالنَّهَارِ سِرًّا وَعَلَانِيَةً فَلَهُمْ أَجْرُهُمْ عِنْدَ رَبِّهِمْ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Ewan merivne, ku di şev û royan da û bi dizî û xwûyayî, malê xwe (ji bona qayîlbûna Yezdan) disixurînin, hene! Ji bona wan ra li bal Xudayê wan kiryek e mezin heye. Li ser wan tirsa şabat danê û mirûzîya (ji kêm xelatê jî) tune ye
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
