Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #264 Translated in Kurdish

وَإِذْ قَالَ إِبْرَاهِيمُ رَبِّ أَرِنِي كَيْفَ تُحْيِي الْمَوْتَىٰ ۖ قَالَ أَوَلَمْ تُؤْمِنْ ۖ قَالَ بَلَىٰ وَلَٰكِنْ لِيَطْمَئِنَّ قَلْبِي ۖ قَالَ فَخُذْ أَرْبَعَةً مِنَ الطَّيْرِ فَصُرْهُنَّ إِلَيْكَ ثُمَّ اجْعَلْ عَلَىٰ كُلِّ جَبَلٍ مِنْهُنَّ جُزْءًا ثُمَّ ادْعُهُنَّ يَأْتِينَكَ سَعْيًا ۚ وَاعْلَمْ أَنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Û tu (ewê gava, ku Îbrahîm ji Xudayê lava kirîye, bîra xwe bîne. Îbrahîm) gotibûye: “Xudayê min! Tu bi min bide xûyandinê, ka tu ça mirya zinde dikî? (Xweda ji Îbrahîm ra) gotîye: “Qey tu bawer nakî?” )(Îbrahîm ji Xweda ra) gotîye: “Çima (ez bawer dikim) lê ji bona dilê min bi nîve (bi min bide xûyandinê)”. (Xweda ji bona Îbrahîm ra) gotîye: “Tu ji çûçikan çar liban bigire, îdî tu ewan çûçikan li bal xwe kerî bike, paşê tu ewan çûçikan, heryekê dayne serê çîyayekî û paşê tu gazî wan çûçikan bike; ewan çûçikanê bi lez werne bal te. Û tu bizane! Ku bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan servahatê bijejke ye”
مَثَلُ الَّذِينَ يُنْفِقُونَ أَمْوَالَهُمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ كَمَثَلِ حَبَّةٍ أَنْبَتَتْ سَبْعَ سَنَابِلَ فِي كُلِّ سُنْبُلَةٍ مِائَةُ حَبَّةٍ ۗ وَاللَّهُ يُضَاعِفُ لِمَنْ يَشَاءُ ۗ وَاللَّهُ وَاسِعٌ عَلِيمٌ
Hewcekîya wanne, ku malê xwe di rêya Yezdan da disixurînin, hene! Wekî, ku libek heft weşîyan bigire, di her weşîyekî da jî sed lib hebin, wusa dibe. Û Yezdan ji bona evînê xwe ra hêj carbicar pir dike. Û Yezdan zengînê zana ye
الَّذِينَ يُنْفِقُونَ أَمْوَالَهُمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ ثُمَّ لَا يُتْبِعُونَ مَا أَنْفَقُوا مَنًّا وَلَا أَذًى ۙ لَهُمْ أَجْرُهُمْ عِنْدَ رَبِّهِمْ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Ewanê, ku malê xwe di rêya Yezdan da disixurînin û paşê jî li pey sixurandinê da gote gotin û cefadan jî ne kirîbûn hene! Ji bona wan ra li bal Xwedayê wan, kirya wan heye. Û li ser wan tirsa (ji agir) û mirûzîya (kêm xelatdanê) jî tune ye
قَوْلٌ مَعْرُوفٌ وَمَغْفِرَةٌ خَيْرٌ مِنْ صَدَقَةٍ يَتْبَعُهَا أَذًى ۗ وَاللَّهُ غَنِيٌّ حَلِيمٌ
Gotinek e bi qencî û baxişandin ji wê qencîya, ku li pey wê da cefadan û gote got hatibe kirinê çêtir e. Û Yezdan ne hewceyê mulahîm e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تُبْطِلُوا صَدَقَاتِكُمْ بِالْمَنِّ وَالْأَذَىٰ كَالَّذِي يُنْفِقُ مَالَهُ رِئَاءَ النَّاسِ وَلَا يُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ ۖ فَمَثَلُهُ كَمَثَلِ صَفْوَانٍ عَلَيْهِ تُرَابٌ فَأَصَابَهُ وَابِلٌ فَتَرَكَهُ صَلْدًا ۖ لَا يَقْدِرُونَ عَلَىٰ شَيْءٍ مِمَّا كَسَبُوا ۗ وَاللَّهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الْكَافِرِينَ
Gelî merivne ku we bawer kirîye! Hûn qencîne xwene, ku we bi hewcan ra kirîye, bi gote got û bi cefadanê pûç nekin, wekî wî merivê ku malê xwe ji bona dîtina kesan disixurîne, qe bi Yezdan û bi dan û gavê para da jî bawer nake, nekin. Îdî hewcekîya wî, wekî (zevîya) ku li ser tatekîye; îjar ku barşit lêdixe, îdî ewa barişta xalyê dibe, ewa tata hilû dimîne, nikarin ku ji keda xwe tiştekî hildin. (Evan jî disixurandina xwe da tu qencîyê nikarin hildin). Û Yezdan komalê file nayne rêya rast

Choose other languages: