Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #195 Translated in Kurdish

وَاقْتُلُوهُمْ حَيْثُ ثَقِفْتُمُوهُمْ وَأَخْرِجُوهُمْ مِنْ حَيْثُ أَخْرَجُوكُمْ ۚ وَالْفِتْنَةُ أَشَدُّ مِنَ الْقَتْلِ ۚ وَلَا تُقَاتِلُوهُمْ عِنْدَ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ حَتَّىٰ يُقَاتِلُوكُمْ فِيهِ ۖ فَإِنْ قَاتَلُوكُمْ فَاقْتُلُوهُمْ ۗ كَذَٰلِكَ جَزَاءُ الْكَافِرِينَ
Û hûn (gelî misilmanan!) li kêderê, bi çi awayî rastê wan (qirînkerne, ku bi we ra qirîn dikin) hatin, bi wan ra qirîn bikin û hûn ewan (qirînkarne, qureyşîyan) ji wî cîyê (Mekke) ku ewan hûn ji wura derxistibûn, derxin; bi rastî tevdanî ji kuştinê zortir e. Û hûn (geli misilmanan!) li bal mizgevta (bi nav) Mescid el-Heram da, bi wan (filan ra) qirînê nekin, heya ku ewan di wura da bi we ra qirînê nekin. Îdî heke ewan di wura da bi we ra qirîn bikin, hûn jî di wura da bi wan ra qirîn bikin. Celata filan ahan e
فَإِنِ انْتَهَوْا فَإِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Îdî heke ewan ji qirînê poşman bibin, hûn ewan bibaxişînin. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
وَقَاتِلُوهُمْ حَتَّىٰ لَا تَكُونَ فِتْنَةٌ وَيَكُونَ الدِّينُ لِلَّهِ ۖ فَإِنِ انْتَهَوْا فَلَا عُدْوَانَ إِلَّا عَلَى الظَّالِمِينَ
Û hûn (gelî misilmanan!) heya tu tevdanî nemîne û heya ol jî ji bona Yezdan ra bi tenê bimîne, bi wan (filan ra) qirînê bikin. Îdî heke ewan ji qirînê poşman bibin hûn ewan bibaxişînin. Neyartî hey ji bona wanê cewrkar e
الشَّهْرُ الْحَرَامُ بِالشَّهْرِ الْحَرَامِ وَالْحُرُمَاتُ قِصَاصٌ ۚ فَمَنِ اعْتَدَىٰ عَلَيْكُمْ فَاعْتَدُوا عَلَيْهِ بِمِثْلِ مَا اعْتَدَىٰ عَلَيْكُمْ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ مَعَ الْمُتَّقِينَ
Mehne bi rûmet hemberîne. (Heke ewan di wan mehan da bi we ra qirînê bikin, hûn jî di wan mehan da bi wan ra qirînê bikin.) Şixwa rûmetdarî bi hemberîye. Îdî heke yekê êriş anî ser we hûn jî wekî êrişa wî êriş bikin û hûn Yezdan parisî bikin, hûn bizanin! Bi rastî Yezdan bi wanê yezdanparis ra ne
وَأَنْفِقُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَلَا تُلْقُوا بِأَيْدِيكُمْ إِلَى التَّهْلُكَةِ ۛ وَأَحْسِنُوا ۛ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُحْسِنِينَ
Û hûn di rêya Yezdan da, ji bona hewcan ra xwarin û xwakirina bidin, hûn bi destê xwe, xwe nevêjine taşqelê û hûn qencîyan bikin. Bi rastî Yezdan ji qencîkaran hez dike

Choose other languages: