Surah Al-Baqara Ayahs #196 Translated in Kurdish
فَإِنِ انْتَهَوْا فَإِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Îdî heke ewan ji qirînê poşman bibin, hûn ewan bibaxişînin. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
وَقَاتِلُوهُمْ حَتَّىٰ لَا تَكُونَ فِتْنَةٌ وَيَكُونَ الدِّينُ لِلَّهِ ۖ فَإِنِ انْتَهَوْا فَلَا عُدْوَانَ إِلَّا عَلَى الظَّالِمِينَ
Û hûn (gelî misilmanan!) heya tu tevdanî nemîne û heya ol jî ji bona Yezdan ra bi tenê bimîne, bi wan (filan ra) qirînê bikin. Îdî heke ewan ji qirînê poşman bibin hûn ewan bibaxişînin. Neyartî hey ji bona wanê cewrkar e
الشَّهْرُ الْحَرَامُ بِالشَّهْرِ الْحَرَامِ وَالْحُرُمَاتُ قِصَاصٌ ۚ فَمَنِ اعْتَدَىٰ عَلَيْكُمْ فَاعْتَدُوا عَلَيْهِ بِمِثْلِ مَا اعْتَدَىٰ عَلَيْكُمْ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ مَعَ الْمُتَّقِينَ
Mehne bi rûmet hemberîne. (Heke ewan di wan mehan da bi we ra qirînê bikin, hûn jî di wan mehan da bi wan ra qirînê bikin.) Şixwa rûmetdarî bi hemberîye. Îdî heke yekê êriş anî ser we hûn jî wekî êrişa wî êriş bikin û hûn Yezdan parisî bikin, hûn bizanin! Bi rastî Yezdan bi wanê yezdanparis ra ne
وَأَنْفِقُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَلَا تُلْقُوا بِأَيْدِيكُمْ إِلَى التَّهْلُكَةِ ۛ وَأَحْسِنُوا ۛ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُحْسِنِينَ
Û hûn di rêya Yezdan da, ji bona hewcan ra xwarin û xwakirina bidin, hûn bi destê xwe, xwe nevêjine taşqelê û hûn qencîyan bikin. Bi rastî Yezdan ji qencîkaran hez dike
وَأَتِمُّوا الْحَجَّ وَالْعُمْرَةَ لِلَّهِ ۚ فَإِنْ أُحْصِرْتُمْ فَمَا اسْتَيْسَرَ مِنَ الْهَدْيِ ۖ وَلَا تَحْلِقُوا رُءُوسَكُمْ حَتَّىٰ يَبْلُغَ الْهَدْيُ مَحِلَّهُ ۚ فَمَنْ كَانَ مِنْكُمْ مَرِيضًا أَوْ بِهِ أَذًى مِنْ رَأْسِهِ فَفِدْيَةٌ مِنْ صِيَامٍ أَوْ صَدَقَةٍ أَوْ نُسُكٍ ۚ فَإِذَا أَمِنْتُمْ فَمَنْ تَمَتَّعَ بِالْعُمْرَةِ إِلَى الْحَجِّ فَمَا اسْتَيْسَرَ مِنَ الْهَدْيِ ۚ فَمَنْ لَمْ يَجِدْ فَصِيَامُ ثَلَاثَةِ أَيَّامٍ فِي الْحَجِّ وَسَبْعَةٍ إِذَا رَجَعْتُمْ ۗ تِلْكَ عَشَرَةٌ كَامِلَةٌ ۗ ذَٰلِكَ لِمَنْ لَمْ يَكُنْ أَهْلُهُ حَاضِرِي الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ
Û hûn (gelî misilmanan!) ji bona Yezdan, hec û umra xwe pêk bînin. Îdî heke hûn hatine para xistine, ji bona we ra ji tarişê heyranê kîjan hêsayî be, hûn ewê bi şîne şûna heyran jê kirinan û hûn serê xwe kur nekin heya heyran negêhêjne şûna heyran jê kirinan. Heke ji we yek nexwaş be û ya jî di serê wî de cefadan hebe (keçeli, ya birîndarî). Li ser wî, di şûna ser kurkirinê da, hemberî ji van hersêkan yek heye; rojî girtin, ya jî ji bona hewcan ra mal dayîn û ya jî heyran jê kirin. Îdî heke hûn ewlebûn, kîjan kesê, ku bivê di gava hecê da umre jî pêk bîne (kîjan heyran ji tarişan ji bona wî ra hêsayî be) bira ewî jê bike. Îdî ewanê ku nikarin (heyranan jê bikin) ya jî gorî bi destê wan neket, dive ku ewan sê royan rojî, di gavê hecê da û heft royan jî gava hûn para da hatine mala xwe bigirin. Deh royê pêkhatî eva ye. Evan biryaran ji bona wan kesne, ku mala wan di bajarê mizgevta (bi nav) Mesdd el-Heramê da nebe, heye. Û hûn parisaya Yezdan bikin, hûn bizanin! Bi rastî Yezdan zor şapat e
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
