Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #169 Translated in Kurdish

وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَتَّخِذُ مِنْ دُونِ اللَّهِ أَنْدَادًا يُحِبُّونَهُمْ كَحُبِّ اللَّهِ ۖ وَالَّذِينَ آمَنُوا أَشَدُّ حُبًّا لِلَّهِ ۗ وَلَوْ يَرَى الَّذِينَ ظَلَمُوا إِذْ يَرَوْنَ الْعَذَابَ أَنَّ الْقُوَّةَ لِلَّهِ جَمِيعًا وَأَنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعَذَابِ
Û (bi vî ra jî) hinek meriv hene, ku ji pêştirê Yezdanê (babetê perestîyê) ji xwe ra hinek manendan digirin (ji wan ra perestî dikin) ça ji Yezdan hez dikin wusa jî ji wan manendan hez dikin. Ewanê bawer kirine hene! Ewan pir ji Yezdan hez dikin. Xwezîka ewanê ku li xwe cewrkirine di gava şapatê dibînin, bi zanîyan ku bi rastî hemû hez ji bona Yezdan ra ne! Û Yezdan bi xweber jî bi rastî zor şapat e
إِذْ تَبَرَّأَ الَّذِينَ اتُّبِعُوا مِنَ الَّذِينَ اتَّبَعُوا وَرَأَوُا الْعَذَابَ وَتَقَطَّعَتْ بِهِمُ الْأَسْبَابُ
Di gava ewan şapatê dibînin, bi rastî ewanê peyrewî ji wanê pêşrewne xwe para da diçin û di nava wan bi xweber da jî bendê gêrêdanê pizirîye
وَقَالَ الَّذِينَ اتَّبَعُوا لَوْ أَنَّ لَنَا كَرَّةً فَنَتَبَرَّأَ مِنْهُمْ كَمَا تَبَرَّءُوا مِنَّا ۗ كَذَٰلِكَ يُرِيهِمُ اللَّهُ أَعْمَالَهُمْ حَسَرَاتٍ عَلَيْهِمْ ۖ وَمَا هُمْ بِخَارِجِينَ مِنَ النَّارِ
Û ewanê peyrew hene! (Aha) gotine: “Heke careke dinê jî ji bona me ra hatina (cihanê hebe) îdî emê ji wan peşrewanan xwe bişon, ça ewan dest ji me berdabûn e. Bi vî awayî Yezdan kirinê wan bi wan dide dîtinê, ji bo ku ji wan ra bibe kovan. Ewan ji agir jî der-nakebin
يَا أَيُّهَا النَّاسُ كُلُوا مِمَّا فِي الْأَرْضِ حَلَالًا طَيِّبًا وَلَا تَتَّبِعُوا خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِ ۚ إِنَّهُ لَكُمْ عَدُوٌّ مُبِينٌ
Gelî kesan! Hûn ji wan tiştne di zemîn da heyî bi duristî û bi paqijî bixun, Û hûn nebine peyrewê şopa pelîd. Bi rastî pelîd ji bona we ra ne yarekî xûya ye
إِنَّمَا يَأْمُرُكُمْ بِالسُّوءِ وَالْفَحْشَاءِ وَأَنْ تَقُولُوا عَلَى اللَّهِ مَا لَا تَعْلَمُونَ
Pelîd hey fermane we bi kirina sikatîyan û bê fedî û maştûqiyan dike (û pelîd fermana we dike) ku hûn tişta pê nizanin, di mafê Yezdan da bêjin

Choose other languages: