Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #172 Translated in Kurdish

يَا أَيُّهَا النَّاسُ كُلُوا مِمَّا فِي الْأَرْضِ حَلَالًا طَيِّبًا وَلَا تَتَّبِعُوا خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِ ۚ إِنَّهُ لَكُمْ عَدُوٌّ مُبِينٌ
Gelî kesan! Hûn ji wan tiştne di zemîn da heyî bi duristî û bi paqijî bixun, Û hûn nebine peyrewê şopa pelîd. Bi rastî pelîd ji bona we ra ne yarekî xûya ye
إِنَّمَا يَأْمُرُكُمْ بِالسُّوءِ وَالْفَحْشَاءِ وَأَنْ تَقُولُوا عَلَى اللَّهِ مَا لَا تَعْلَمُونَ
Pelîd hey fermane we bi kirina sikatîyan û bê fedî û maştûqiyan dike (û pelîd fermana we dike) ku hûn tişta pê nizanin, di mafê Yezdan da bêjin
وَإِذَا قِيلَ لَهُمُ اتَّبِعُوا مَا أَنْزَلَ اللَّهُ قَالُوا بَلْ نَتَّبِعُ مَا أَلْفَيْنَا عَلَيْهِ آبَاءَنَا ۗ أَوَلَوْ كَانَ آبَاؤُهُمْ لَا يَعْقِلُونَ شَيْئًا وَلَا يَهْتَدُونَ
Û di gava ji bona wan ra hatîye gotinê: “Hûn bibine peyrewê wan biryarne ku Yezdan hinartine.” Ewan gotine: “Na, em nabine peyrewê wan, lê ewan tiştne, ku bav û kalê me hogirî daye wan emê hey bibne peyrewê wan. Ere! Lê heke bav û kalê wan qe hişê wan negi-hîje tu tiştî û di rêya rast da nebin jî, ewanê dîsa bibine peyrewê hogirîya wan
وَمَثَلُ الَّذِينَ كَفَرُوا كَمَثَلِ الَّذِي يَنْعِقُ بِمَا لَا يَسْمَعُ إِلَّا دُعَاءً وَنِدَاءً ۚ صُمٌّ بُكْمٌ عُمْيٌ فَهُمْ لَا يَعْقِلُونَ
Û hecwekîya wanê file hene! Wekî hecwekîya wî şivanê tarişan, ku di gava qîrê tarişan dike, tariş ji pêştirê deng tu tiştî ji wî şivanî nabihê (evan filan jî ji pêxemberan hey deng dibêhên tu arşan, ji gazî kirina wan nabihên. Ewan filan) ker in û lal in û kor in, îdî ewan (ji gazî kirina pêxemberan) tu hişî hilnadin
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُلُوا مِنْ طَيِّبَاتِ مَا رَزَقْنَاكُمْ وَاشْكُرُوا لِلَّهِ إِنْ كُنْتُمْ إِيَّاهُ تَعْبُدُونَ
Geli bawergeran! Hûn ji qencê wan rozîne me dane we bixun û hûn ji bona Yezdan ra sipazî bikin, heke hûn bi rastî ji bona Yezdan ra perestî dikin

Choose other languages: