Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #174 Translated in Kurdish

وَإِذَا قِيلَ لَهُمُ اتَّبِعُوا مَا أَنْزَلَ اللَّهُ قَالُوا بَلْ نَتَّبِعُ مَا أَلْفَيْنَا عَلَيْهِ آبَاءَنَا ۗ أَوَلَوْ كَانَ آبَاؤُهُمْ لَا يَعْقِلُونَ شَيْئًا وَلَا يَهْتَدُونَ
Û di gava ji bona wan ra hatîye gotinê: “Hûn bibine peyrewê wan biryarne ku Yezdan hinartine.” Ewan gotine: “Na, em nabine peyrewê wan, lê ewan tiştne, ku bav û kalê me hogirî daye wan emê hey bibne peyrewê wan. Ere! Lê heke bav û kalê wan qe hişê wan negi-hîje tu tiştî û di rêya rast da nebin jî, ewanê dîsa bibine peyrewê hogirîya wan
وَمَثَلُ الَّذِينَ كَفَرُوا كَمَثَلِ الَّذِي يَنْعِقُ بِمَا لَا يَسْمَعُ إِلَّا دُعَاءً وَنِدَاءً ۚ صُمٌّ بُكْمٌ عُمْيٌ فَهُمْ لَا يَعْقِلُونَ
Û hecwekîya wanê file hene! Wekî hecwekîya wî şivanê tarişan, ku di gava qîrê tarişan dike, tariş ji pêştirê deng tu tiştî ji wî şivanî nabihê (evan filan jî ji pêxemberan hey deng dibêhên tu arşan, ji gazî kirina wan nabihên. Ewan filan) ker in û lal in û kor in, îdî ewan (ji gazî kirina pêxemberan) tu hişî hilnadin
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُلُوا مِنْ طَيِّبَاتِ مَا رَزَقْنَاكُمْ وَاشْكُرُوا لِلَّهِ إِنْ كُنْتُمْ إِيَّاهُ تَعْبُدُونَ
Geli bawergeran! Hûn ji qencê wan rozîne me dane we bixun û hûn ji bona Yezdan ra sipazî bikin, heke hûn bi rastî ji bona Yezdan ra perestî dikin
إِنَّمَا حَرَّمَ عَلَيْكُمُ الْمَيْتَةَ وَالدَّمَ وَلَحْمَ الْخِنْزِيرِ وَمَا أُهِلَّ بِهِ لِغَيْرِ اللَّهِ ۖ فَمَنِ اضْطُرَّ غَيْرَ بَاغٍ وَلَا عَادٍ فَلَا إِثْمَ عَلَيْهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Bi rastî ji bona we ra hey mirar û xûn û goştê berazan û goştê wan tarişne, ku ne ji bona qayîl bona Yezdan hatine ser jêkirinê, ne durist in. Îdî heke yek bêçar bibe ji bona xwarina wan ra; heke ji wan xwarinek e (wusa nîvwarî) ne jî û ne mirî bixun ji bo xwarina ji wan tu guneh li ser wî tune ye. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
إِنَّ الَّذِينَ يَكْتُمُونَ مَا أَنْزَلَ اللَّهُ مِنَ الْكِتَابِ وَيَشْتَرُونَ بِهِ ثَمَنًا قَلِيلًا ۙ أُولَٰئِكَ مَا يَأْكُلُونَ فِي بُطُونِهِمْ إِلَّا النَّارَ وَلَا يُكَلِّمُهُمُ اللَّهُ يَوْمَ الْقِيَامَةِ وَلَا يُزَكِّيهِمْ وَلَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Bi rastî ewanê, ku beratenê Yezdan ji pirtûkê hinartinê vedişêrin, ji bo ku ewan (beratenê di pirtûkê da) bi perekî hindik bifiroşin, hene! Evanan zikê xwe hey bi agir tijî kirine. (Ewan tiştne ku ewan bi beratan kirine, xurina ewa agir e). Di roya rabûna hemûtî da Yezdan bi wan ra napeyîve û ewan ji gunehan paqij nake. Ji bona wan bi xweber jî şapatek e dilsoz heye

Choose other languages: