Surah Al-Baqara Ayahs #143 Translated in Kurdish
قُلْ أَتُحَاجُّونَنَا فِي اللَّهِ وَهُوَ رَبُّنَا وَرَبُّكُمْ وَلَنَا أَعْمَالُنَا وَلَكُمْ أَعْمَالُكُمْ وَنَحْنُ لَهُ مُخْلِصُونَ
Tu ji bona filan ra bêje: “Ka hûn ça di ola Yezdan da bi me ra tekoşîn dikin? Yezdan bi xweber jî Xudayê me herdu destan e, keda me ji bona me ra ne û keda we jî ji bona we ra ne û em bi xweber ji bona Yezdan ra hey perestî dikin.”
أَمْ تَقُولُونَ إِنَّ إِبْرَاهِيمَ وَإِسْمَاعِيلَ وَإِسْحَاقَ وَيَعْقُوبَ وَالْأَسْبَاطَ كَانُوا هُودًا أَوْ نَصَارَىٰ ۗ قُلْ أَأَنْتُمْ أَعْلَمُ أَمِ اللَّهُ ۗ وَمَنْ أَظْلَمُ مِمَّنْ كَتَمَ شَهَادَةً عِنْدَهُ مِنَ اللَّهِ ۗ وَمَا اللَّهُ بِغَافِلٍ عَمَّا تَعْمَلُونَ
Qey hûn dibêjin: “Ku bi rastî Îbrahim û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîne wan, cihû ya jî mexînî ne?” (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Gelo hûn çêtir dizanin, ya jî Yezdan çêtir dizane? Û gelo ji wî kesê, ku Yezdan ji wî ra rastî dabe hîn kirinê, ewa jî rastîyê veşêre, cewrkartir kê heye?” Û Yezdan bi xweber jî ji kirinê we bê agah nîne
تِلْكَ أُمَّةٌ قَدْ خَلَتْ ۖ لَهَا مَا كَسَبَتْ وَلَكُمْ مَا كَسَبْتُمْ ۖ وَلَا تُسْأَلُونَ عَمَّا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Evan komek in hatine û çûne, keda wan ji bona wan ra ne û keda we jî ji bona we ra ne û hûn ji wan kirinê, ku ewan dikin, nayêne pirs kirinê
سَيَقُولُ السُّفَهَاءُ مِنَ النَّاسِ مَا وَلَّاهُمْ عَنْ قِبْلَتِهِمُ الَّتِي كَانُوا عَلَيْهَا ۚ قُلْ لِلَّهِ الْمَشْرِقُ وَالْمَغْرِبُ ۚ يَهْدِي مَنْ يَشَاءُ إِلَىٰ صِرَاطٍ مُسْتَقِيمٍ
Di nêzîk da ewan evsenene ji kesan wê bêjin: “Gelo berê wan (misilmanan) ji berdana wan e, ku berê da ewan berê xwe didane, çidaye fetilandinê?” (Muhemmed! tu ji wan ra) bêje: “Rojhilat û rojava, herduk jî ji bona Yezdan ra ne. Yezdan ji kê ra bivê, ewî tîne rêya rast
وَكَذَٰلِكَ جَعَلْنَاكُمْ أُمَّةً وَسَطًا لِتَكُونُوا شُهَدَاءَ عَلَى النَّاسِ وَيَكُونَ الرَّسُولُ عَلَيْكُمْ شَهِيدًا ۗ وَمَا جَعَلْنَا الْقِبْلَةَ الَّتِي كُنْتَ عَلَيْهَا إِلَّا لِنَعْلَمَ مَنْ يَتَّبِعُ الرَّسُولَ مِمَّنْ يَنْقَلِبُ عَلَىٰ عَقِبَيْهِ ۚ وَإِنْ كَانَتْ لَكَبِيرَةً إِلَّا عَلَى الَّذِينَ هَدَى اللَّهُ ۗ وَمَا كَانَ اللَّهُ لِيُضِيعَ إِيمَانَكُمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ بِالنَّاسِ لَرَءُوفٌ رَحِيمٌ
Û her wusa me hûn xistine kemek e nîvwarî, ji bo ku hûn li ser kesan bibne (nemûş û) nihrevan û ji bo ku pêxember jî li ser we bibe (nemûş û) nihrevan û ji bo ku em evanê peyrewê te û ewanê ji peyrewîya te para da çûne, bi zanîn ji hev raqetînin, me ewa berdana te ye hêj berê da te (di perestîyê da) berê xwe didaye ji we ra xistîye berdan. Û eva berdana jî ji pêştirê ser wanê, ku Yezdan ewan anîne rêya rast çi qa li ser kesan mezine! Û Yezdan (bi van fermanan) bawerî (û perestîya) we wunda nake. Bi rastî Yezdan ji boma kesan ra dilsozê di-lovîn e
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
