Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #124 Translated in Kurdish

وَلَنْ تَرْضَىٰ عَنْكَ الْيَهُودُ وَلَا النَّصَارَىٰ حَتَّىٰ تَتَّبِعَ مِلَّتَهُمْ ۗ قُلْ إِنَّ هُدَى اللَّهِ هُوَ الْهُدَىٰ ۗ وَلَئِنِ اتَّبَعْتَ أَهْوَاءَهُمْ بَعْدَ الَّذِي جَاءَكَ مِنَ الْعِلْمِ ۙ مَا لَكَ مِنَ اللَّهِ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا نَصِيرٍ
Û bi rastî cihû û mexînî hene! Heya tu nebî peyrewê komal û ola wan, ewan bi te qayîl nabin. Tu (ji wan ra) bêje: “Bi rastî rîya rast hey rêya Yezdan e.” Û heke ji piştî ku ewan zanîna ji te ra hatîye, tu bibî peyrewê hewasa wan, îdî ji bona te ra li bal Yezdan tu serkarî û arîkarî tune ye
الَّذِينَ آتَيْنَاهُمُ الْكِتَابَ يَتْلُونَهُ حَقَّ تِلَاوَتِهِ أُولَٰئِكَ يُؤْمِنُونَ بِهِ ۗ وَمَنْ يَكْفُرْ بِهِ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ
Ewanî ku me ji wan ra pirtûk anîye hene! Ewan pirtûkê bi babetîya pirtûkê dixûnin. Şixwa ewanê bi pirtûkê bawer dikin evan in. Û kê (bi pirtûkê bawer neke) bibe file, îdî evan in hey zîyan kirine
يَا بَنِي إِسْرَائِيلَ اذْكُرُوا نِعْمَتِيَ الَّتِي أَنْعَمْتُ عَلَيْكُمْ وَأَنِّي فَضَّلْتُكُمْ عَلَى الْعَالَمِينَ
Gelî zarne cihûyan! Hûn ewan qencînê minê, ku li ser we hene bîra xwe bînin. Kanê min hûn bi rastî li ser hemû komalne cîhanê rûmetdar kiribûn
وَاتَّقُوا يَوْمًا لَا تَجْزِي نَفْسٌ عَنْ نَفْسٍ شَيْئًا وَلَا يُقْبَلُ مِنْهَا عَدْلٌ وَلَا تَنْفَعُهَا شَفَاعَةٌ وَلَا هُمْ يُنْصَرُونَ
Û hûn, ji wê roya, ku di wê royê da, tu canek ji ber canekî mayî ra nayê celat kirinê û ji wî canê celat kirî, tu bertîl û xelat jî nayêne girtinê, (ku ewa ji celat kirinê fereste be) û tu mehderî jî havil nake û ewan canan nayêne arîkar kirinê jî, xwe biparisînin
وَإِذِ ابْتَلَىٰ إِبْرَاهِيمَ رَبُّهُ بِكَلِمَاتٍ فَأَتَمَّهُنَّ ۖ قَالَ إِنِّي جَاعِلُكَ لِلنَّاسِ إِمَامًا ۖ قَالَ وَمِنْ ذُرِّيَّتِي ۖ قَالَ لَا يَنَالُ عَهْدِي الظَّالِمِينَ
Û di gavekî da, Xudayê Îbrahîm, bi çend peyvan Îbrahîm ceribandîye, îdî Îbrahîm jî ewan peyvan pêk anîne. Xudê ji bona Îbrahîm ra gotîye: “Bi rastî ezê te ji bona merivan bixme pêşrewan.” Îbrahîm (ji Xudê ra) gotîye: “Ji ûrta min jî pêşrewanan çê bike.” Xudê gotîye: “(Îbrahîm) ji ûrta te ewanê cewrkar nagihêjîne peymana min.”

Choose other languages: