Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #126 Translated in Kurdish

يَا بَنِي إِسْرَائِيلَ اذْكُرُوا نِعْمَتِيَ الَّتِي أَنْعَمْتُ عَلَيْكُمْ وَأَنِّي فَضَّلْتُكُمْ عَلَى الْعَالَمِينَ
Gelî zarne cihûyan! Hûn ewan qencînê minê, ku li ser we hene bîra xwe bînin. Kanê min hûn bi rastî li ser hemû komalne cîhanê rûmetdar kiribûn
وَاتَّقُوا يَوْمًا لَا تَجْزِي نَفْسٌ عَنْ نَفْسٍ شَيْئًا وَلَا يُقْبَلُ مِنْهَا عَدْلٌ وَلَا تَنْفَعُهَا شَفَاعَةٌ وَلَا هُمْ يُنْصَرُونَ
Û hûn, ji wê roya, ku di wê royê da, tu canek ji ber canekî mayî ra nayê celat kirinê û ji wî canê celat kirî, tu bertîl û xelat jî nayêne girtinê, (ku ewa ji celat kirinê fereste be) û tu mehderî jî havil nake û ewan canan nayêne arîkar kirinê jî, xwe biparisînin
وَإِذِ ابْتَلَىٰ إِبْرَاهِيمَ رَبُّهُ بِكَلِمَاتٍ فَأَتَمَّهُنَّ ۖ قَالَ إِنِّي جَاعِلُكَ لِلنَّاسِ إِمَامًا ۖ قَالَ وَمِنْ ذُرِّيَّتِي ۖ قَالَ لَا يَنَالُ عَهْدِي الظَّالِمِينَ
Û di gavekî da, Xudayê Îbrahîm, bi çend peyvan Îbrahîm ceribandîye, îdî Îbrahîm jî ewan peyvan pêk anîne. Xudê ji bona Îbrahîm ra gotîye: “Bi rastî ezê te ji bona merivan bixme pêşrewan.” Îbrahîm (ji Xudê ra) gotîye: “Ji ûrta min jî pêşrewanan çê bike.” Xudê gotîye: “(Îbrahîm) ji ûrta te ewanê cewrkar nagihêjîne peymana min.”
وَإِذْ جَعَلْنَا الْبَيْتَ مَثَابَةً لِلنَّاسِ وَأَمْنًا وَاتَّخِذُوا مِنْ مَقَامِ إِبْرَاهِيمَ مُصَلًّى ۖ وَعَهِدْنَا إِلَىٰ إِبْرَاهِيمَ وَإِسْمَاعِيلَ أَنْ طَهِّرَا بَيْتِيَ لِلطَّائِفِينَ وَالْعَاكِفِينَ وَالرُّكَّعِ السُّجُودِ
Di wan gava da jî me xaxistibû şûna civîn û qencî û ewlwtîyê. Hûn jî di bingeha Îbrahîm da ji xwe ra şûna nimêjkirinê bigirin. Û me li bal Îbrahîm û Îsmaîl peyman daye, ku ewan herduk xanîyê min, ji bona sertêdanne wî û ji bona rûniştîne wî (bi perestî) û ji bona ewanê ku di wê da bi kûzayî û bi kundetî nimêj dikin, paqij bikin
وَإِذْ قَالَ إِبْرَاهِيمُ رَبِّ اجْعَلْ هَٰذَا بَلَدًا آمِنًا وَارْزُقْ أَهْلَهُ مِنَ الثَّمَرَاتِ مَنْ آمَنَ مِنْهُمْ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ ۖ قَالَ وَمَنْ كَفَرَ فَأُمَتِّعُهُ قَلِيلًا ثُمَّ أَضْطَرُّهُ إِلَىٰ عَذَابِ النَّارِ ۖ وَبِئْسَ الْمَصِيرُ
Û di wê gavê da Îbrahîm ji Xudê lava kirîye, gotîye: “Xuda! Tû evê derê ji bona kesan ra bixe bajarekî wusa, ku bibe şûna ewletîyê û tu şûna rûniştîne wî ra, ku bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer dikin, ber û zêr û zewadne xweş bibe. (Xudê gotîye:) “Kîjan ji wan bibe file, îdî ezê ewî bi berxudarî hindik bidime jînandinê, paşê ezê ewî li bal şapata agir da stûxar bikim. Û şapata agirê çi qa sikê şûnan e

Choose other languages: