Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #125 Translated in Kurdish

وَإِذْ غَدَوْتَ مِنْ أَهْلِكَ تُبَوِّئُ الْمُؤْمِنِينَ مَقَاعِدَ لِلْقِتَالِ ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Û di gava (Muhemmed!) tu di sibê zû da ji mala xwe derketî, te ewan merivên bawerger ji bona qirînê bi cîh kirin. Şixwa Yezdan bi xweber jî bihîstokê zana ye
إِذْ هَمَّتْ طَائِفَتَانِ مِنْكُمْ أَنْ تَفْشَلَا وَاللَّهُ وَلِيُّهُمَا ۗ وَعَلَى اللَّهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ
Di wê gavê da du destan ji we van, ku ji hev belav bibin (bi sedema ku ewan çav dabûne wan durûyê revoker). Yezdan bi xweber jî serokê wan herdu destan bû. Gelî bawergeran! Hûn hey xwe hispêrne Yezdan
وَلَقَدْ نَصَرَكُمُ اللَّهُ بِبَدْرٍ وَأَنْتُمْ أَذِلَّةٌ ۖ فَاتَّقُوا اللَّهَ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Û bi sond! Hûn di (qirîna) Bedrê da hindik bûn jî Yezdan arîkarêya we kiribû (we neyarê xwe sernegûn kirin). Îdî hûn parizîya Yezdan bikin. Bi rastî hêvî heye, ku hûn bi vî awayî sipasîyê (Yezdan) bikin
إِذْ تَقُولُ لِلْمُؤْمِنِينَ أَلَنْ يَكْفِيَكُمْ أَنْ يُمِدَّكُمْ رَبُّكُمْ بِثَلَاثَةِ آلَافٍ مِنَ الْمَلَائِكَةِ مُنْزَلِينَ
Di wê gavê da (te) ji bona wanê bawer kirine, digot: “Qey kû Yezdan bi sê hezar firiştên xuroşokên hinartî, arîkarêya we bike hêj têra we nake?”
بَلَىٰ ۚ إِنْ تَصْبِرُوا وَتَتَّقُوا وَيَأْتُوكُمْ مِنْ فَوْرِهِمْ هَٰذَا يُمْدِدْكُمْ رَبُّكُمْ بِخَمْسَةِ آلَافٍ مِنَ الْمَلَائِكَةِ مُسَوِّمِينَ
Erê! Bi rastî heke hûn (di kozîkê xwe da) hew bikin û hûn xwedaparizî bikin û ewan neyaran jî bi vê hêza xwe, êrişê bînin li ser we da, Xwedayê weyê bi pênc hezar firiştên bi nav û deng arîkarêya we bike

Choose other languages: