Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #127 Translated in Kurdish

وَلَقَدْ نَصَرَكُمُ اللَّهُ بِبَدْرٍ وَأَنْتُمْ أَذِلَّةٌ ۖ فَاتَّقُوا اللَّهَ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Û bi sond! Hûn di (qirîna) Bedrê da hindik bûn jî Yezdan arîkarêya we kiribû (we neyarê xwe sernegûn kirin). Îdî hûn parizîya Yezdan bikin. Bi rastî hêvî heye, ku hûn bi vî awayî sipasîyê (Yezdan) bikin
إِذْ تَقُولُ لِلْمُؤْمِنِينَ أَلَنْ يَكْفِيَكُمْ أَنْ يُمِدَّكُمْ رَبُّكُمْ بِثَلَاثَةِ آلَافٍ مِنَ الْمَلَائِكَةِ مُنْزَلِينَ
Di wê gavê da (te) ji bona wanê bawer kirine, digot: “Qey kû Yezdan bi sê hezar firiştên xuroşokên hinartî, arîkarêya we bike hêj têra we nake?”
بَلَىٰ ۚ إِنْ تَصْبِرُوا وَتَتَّقُوا وَيَأْتُوكُمْ مِنْ فَوْرِهِمْ هَٰذَا يُمْدِدْكُمْ رَبُّكُمْ بِخَمْسَةِ آلَافٍ مِنَ الْمَلَائِكَةِ مُسَوِّمِينَ
Erê! Bi rastî heke hûn (di kozîkê xwe da) hew bikin û hûn xwedaparizî bikin û ewan neyaran jî bi vê hêza xwe, êrişê bînin li ser we da, Xwedayê weyê bi pênc hezar firiştên bi nav û deng arîkarêya we bike
وَمَا جَعَلَهُ اللَّهُ إِلَّا بُشْرَىٰ لَكُمْ وَلِتَطْمَئِنَّ قُلُوبُكُمْ بِهِ ۗ وَمَا النَّصْرُ إِلَّا مِنْ عِنْدِ اللَّهِ الْعَزِيزِ الْحَكِيمِ
Û Yezdan eva arîkarêya hanê hey ji bona ku bibe mizgîn ji bona we ra, ku hûnê di hembere neyarê xwe da serfirazbin û ji bo ku dilê we jî bi wê arîkarîyê bi cî bibe, kirîye. Û arîkarkirin bi xwe ber jî hey ji Yezdanê servehatê bijejke ye
لِيَقْطَعَ طَرَفًا مِنَ الَّذِينَ كَفَرُوا أَوْ يَكْبِتَهُمْ فَيَنْقَلِبُوا خَائِبِينَ
(Û Yezdan eva arîkarî kiriye) Ji bo ku ewan (firiştan) alîyekî wan filan jê bikin, ya jî ewan (firiştan) van filan şepirze bikin, îdî (ku ewan filan) para da bizivirin (sernegûn bibin)

Choose other languages: