Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #124 Translated in Kurdish

إِنْ تَمْسَسْكُمْ حَسَنَةٌ تَسُؤْهُمْ وَإِنْ تُصِبْكُمْ سَيِّئَةٌ يَفْرَحُوا بِهَا ۖ وَإِنْ تَصْبِرُوا وَتَتَّقُوا لَا يَضُرُّكُمْ كَيْدُهُمْ شَيْئًا ۗ إِنَّ اللَّهَ بِمَا يَعْمَلُونَ مُحِيطٌ
Heke qencîyek bi we da hatibe, hatina wê qencîyê ewan sik dike û heke şixwa sikatîyek bi we da hatibe ewan bi hatina wî şa dibin. Û heke hûn di hemberê wan da hew bikin û hûn xwedaparizî bikin, xaxê wan bi tu tiştî ji we ra zîyan nake. Bi rastî Yezdan ewan tiştên, ku ewan di hemberê we da dikin, hildaye binê zanîna xwe
وَإِذْ غَدَوْتَ مِنْ أَهْلِكَ تُبَوِّئُ الْمُؤْمِنِينَ مَقَاعِدَ لِلْقِتَالِ ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Û di gava (Muhemmed!) tu di sibê zû da ji mala xwe derketî, te ewan merivên bawerger ji bona qirînê bi cîh kirin. Şixwa Yezdan bi xweber jî bihîstokê zana ye
إِذْ هَمَّتْ طَائِفَتَانِ مِنْكُمْ أَنْ تَفْشَلَا وَاللَّهُ وَلِيُّهُمَا ۗ وَعَلَى اللَّهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ
Di wê gavê da du destan ji we van, ku ji hev belav bibin (bi sedema ku ewan çav dabûne wan durûyê revoker). Yezdan bi xweber jî serokê wan herdu destan bû. Gelî bawergeran! Hûn hey xwe hispêrne Yezdan
وَلَقَدْ نَصَرَكُمُ اللَّهُ بِبَدْرٍ وَأَنْتُمْ أَذِلَّةٌ ۖ فَاتَّقُوا اللَّهَ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Û bi sond! Hûn di (qirîna) Bedrê da hindik bûn jî Yezdan arîkarêya we kiribû (we neyarê xwe sernegûn kirin). Îdî hûn parizîya Yezdan bikin. Bi rastî hêvî heye, ku hûn bi vî awayî sipasîyê (Yezdan) bikin
إِذْ تَقُولُ لِلْمُؤْمِنِينَ أَلَنْ يَكْفِيَكُمْ أَنْ يُمِدَّكُمْ رَبُّكُمْ بِثَلَاثَةِ آلَافٍ مِنَ الْمَلَائِكَةِ مُنْزَلِينَ
Di wê gavê da (te) ji bona wanê bawer kirine, digot: “Qey kû Yezdan bi sê hezar firiştên xuroşokên hinartî, arîkarêya we bike hêj têra we nake?”

Choose other languages: