Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #123 Translated in Kurdish

هَا أَنْتُمْ أُولَاءِ تُحِبُّونَهُمْ وَلَا يُحِبُّونَكُمْ وَتُؤْمِنُونَ بِالْكِتَابِ كُلِّهِ وَإِذَا لَقُوكُمْ قَالُوا آمَنَّا وَإِذَا خَلَوْا عَضُّوا عَلَيْكُمُ الْأَنَامِلَ مِنَ الْغَيْظِ ۚ قُلْ مُوتُوا بِغَيْظِكُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Hûn (gelî bawergeran!) ew meriv in, ku hûn ji wan (merivên ji pêştirê xwe jî) hez dikin, lê ewan ji we hez nakin û hûn bi hemûşk pirtûkan bawer dikin, lê ewan di gava rastî we hatine, gotine: “Em bawer dikin” û ewan di gava bi tenê dibin, ewan ji hêrsan tilîyên xwe ji ser wê digezin; (gelo emê çawa ji van fereste bin? diponijin û ji hev ra dibêjen. Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Hûn ji hêrsa xwe bimirin.” Bi rastî Yezdan bi wan tiştên di singa da verşartî dizane
إِنْ تَمْسَسْكُمْ حَسَنَةٌ تَسُؤْهُمْ وَإِنْ تُصِبْكُمْ سَيِّئَةٌ يَفْرَحُوا بِهَا ۖ وَإِنْ تَصْبِرُوا وَتَتَّقُوا لَا يَضُرُّكُمْ كَيْدُهُمْ شَيْئًا ۗ إِنَّ اللَّهَ بِمَا يَعْمَلُونَ مُحِيطٌ
Heke qencîyek bi we da hatibe, hatina wê qencîyê ewan sik dike û heke şixwa sikatîyek bi we da hatibe ewan bi hatina wî şa dibin. Û heke hûn di hemberê wan da hew bikin û hûn xwedaparizî bikin, xaxê wan bi tu tiştî ji we ra zîyan nake. Bi rastî Yezdan ewan tiştên, ku ewan di hemberê we da dikin, hildaye binê zanîna xwe
وَإِذْ غَدَوْتَ مِنْ أَهْلِكَ تُبَوِّئُ الْمُؤْمِنِينَ مَقَاعِدَ لِلْقِتَالِ ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Û di gava (Muhemmed!) tu di sibê zû da ji mala xwe derketî, te ewan merivên bawerger ji bona qirînê bi cîh kirin. Şixwa Yezdan bi xweber jî bihîstokê zana ye
إِذْ هَمَّتْ طَائِفَتَانِ مِنْكُمْ أَنْ تَفْشَلَا وَاللَّهُ وَلِيُّهُمَا ۗ وَعَلَى اللَّهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ
Di wê gavê da du destan ji we van, ku ji hev belav bibin (bi sedema ku ewan çav dabûne wan durûyê revoker). Yezdan bi xweber jî serokê wan herdu destan bû. Gelî bawergeran! Hûn hey xwe hispêrne Yezdan
وَلَقَدْ نَصَرَكُمُ اللَّهُ بِبَدْرٍ وَأَنْتُمْ أَذِلَّةٌ ۖ فَاتَّقُوا اللَّهَ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Û bi sond! Hûn di (qirîna) Bedrê da hindik bûn jî Yezdan arîkarêya we kiribû (we neyarê xwe sernegûn kirin). Îdî hûn parizîya Yezdan bikin. Bi rastî hêvî heye, ku hûn bi vî awayî sipasîyê (Yezdan) bikin

Choose other languages: