Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #34 Translated in Kurdish

هُنَالِكَ تَبْلُو كُلُّ نَفْسٍ مَا أَسْلَفَتْ ۚ وَرُدُّوا إِلَى اللَّهِ مَوْلَاهُمُ الْحَقِّ ۖ وَضَلَّ عَنْهُمْ مَا كَانُوا يَفْتَرُونَ
(Di wê royê da) hemû candar kirinê xwe diceribînin (kar û zîyana wan kirinê xwe dibînin) û ewanan li bal serkarê xweyê maf; ku Yezdanê têne zivirandinê, îdî ewan (peresteyên wanên, ku ewan ji bona wan ra) bi vir (perestî dikiribûne) ji wan wunda bûne
قُلْ مَنْ يَرْزُقُكُمْ مِنَ السَّمَاءِ وَالْأَرْضِ أَمَّنْ يَمْلِكُ السَّمْعَ وَالْأَبْصَارَ وَمَنْ يُخْرِجُ الْحَيَّ مِنَ الْمَيِّتِ وَيُخْرِجُ الْمَيِّتَ مِنَ الْحَيِّ وَمَنْ يُدَبِّرُ الْأَمْرَ ۚ فَسَيَقُولُونَ اللَّهُ ۚ فَقُلْ أَفَلَا تَتَّقُونَ
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: " (Gelo hûn qe diponijin!) ka ji ezman û ji zemîn ji bona we ra rojîyan (rizq) kî dide? (gelo) bîhîstinê û dîtinê kî (dikare) bixe binê hêza xwe? Û (gelo) zindîyan ji hirîyan û mirîyan ji zindîyan, kî ye derdixe? Û (gelo ewê) ku tedarika hemûşk bûyeran dike, kî ye? Îdî ewanê (di bersiva te da aha) bêjin: "Ewê van bûyeran hemûşk dike) ewa Yezdan e." Îdî (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn qey îdî (xwe ji şapata Yezdan) naparisînin?”
فَذَٰلِكُمُ اللَّهُ رَبُّكُمُ الْحَقُّ ۖ فَمَاذَا بَعْدَ الْحَقِّ إِلَّا الضَّلَالُ ۖ فَأَنَّىٰ تُصْرَفُونَ
Ewê bi wan salixan tê salixdanê, ewa Xudayê me yê rast e. Îdî şixwa ji piştî rastîyê, ji pêştirê (rê) wundabûnê qe tu tişt tune ye. Îdî (gelo) hûn ça ji rastîyê têne zivirandinê
كَذَٰلِكَ حَقَّتْ كَلِمَتُ رَبِّكَ عَلَى الَّذِينَ فَسَقُوا أَنَّهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ
Bi vî awayî li ser wanê ku (bi hînçkarî) ji rêya rast derketine, peyva Xudayê te (bi peymanî) pêk hatîye, ku ewan bi rastî bawer nakin
قُلْ هَلْ مِنْ شُرَكَائِكُمْ مَنْ يَبْدَأُ الْخَلْقَ ثُمَّ يُعِيدُهُ ۚ قُلِ اللَّهُ يَبْدَأُ الْخَلْقَ ثُمَّ يُعِيدُهُ ۖ فَأَنَّىٰ تُؤْفَكُونَ
Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "(Gelo) qe ji wan hevrîyên ku hûn ji wan ra (perestî dikin) hene! Ku di cara yekem da tiştan biafirîne, paşê (ewan afirndokênxwe ji piştî mirinê) dîsa bikaribe biafirîne? (Ewan ji bersivdanê bêzar dibin). Muhemmed tu ji wan ra aha) bêje: “Bi rastî hey Yezdan eku di cara yekem da tiştan diafirîn, paşê (ewan afirandokên xwe ji piştî mirinê) dîsa dikare biafirîne, îdî (gelo) hûn bi çi awayî li kuda (bi viran) dizivirînin?”

Choose other languages: