Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #36 Translated in Kurdish

فَذَٰلِكُمُ اللَّهُ رَبُّكُمُ الْحَقُّ ۖ فَمَاذَا بَعْدَ الْحَقِّ إِلَّا الضَّلَالُ ۖ فَأَنَّىٰ تُصْرَفُونَ
Ewê bi wan salixan tê salixdanê, ewa Xudayê me yê rast e. Îdî şixwa ji piştî rastîyê, ji pêştirê (rê) wundabûnê qe tu tişt tune ye. Îdî (gelo) hûn ça ji rastîyê têne zivirandinê
كَذَٰلِكَ حَقَّتْ كَلِمَتُ رَبِّكَ عَلَى الَّذِينَ فَسَقُوا أَنَّهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ
Bi vî awayî li ser wanê ku (bi hînçkarî) ji rêya rast derketine, peyva Xudayê te (bi peymanî) pêk hatîye, ku ewan bi rastî bawer nakin
قُلْ هَلْ مِنْ شُرَكَائِكُمْ مَنْ يَبْدَأُ الْخَلْقَ ثُمَّ يُعِيدُهُ ۚ قُلِ اللَّهُ يَبْدَأُ الْخَلْقَ ثُمَّ يُعِيدُهُ ۖ فَأَنَّىٰ تُؤْفَكُونَ
Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "(Gelo) qe ji wan hevrîyên ku hûn ji wan ra (perestî dikin) hene! Ku di cara yekem da tiştan biafirîne, paşê (ewan afirndokênxwe ji piştî mirinê) dîsa bikaribe biafirîne? (Ewan ji bersivdanê bêzar dibin). Muhemmed tu ji wan ra aha) bêje: “Bi rastî hey Yezdan eku di cara yekem da tiştan diafirîn, paşê (ewan afirandokên xwe ji piştî mirinê) dîsa dikare biafirîne, îdî (gelo) hûn bi çi awayî li kuda (bi viran) dizivirînin?”
قُلْ هَلْ مِنْ شُرَكَائِكُمْ مَنْ يَهْدِي إِلَى الْحَقِّ ۚ قُلِ اللَّهُ يَهْدِي لِلْحَقِّ ۗ أَفَمَنْ يَهْدِي إِلَى الْحَقِّ أَحَقُّ أَنْ يُتَّبَعَ أَمَّنْ لَا يَهِدِّي إِلَّا أَنْ يُهْدَىٰ ۖ فَمَا لَكُمْ كَيْفَ تَحْكُمُونَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “(Gelo) qe ji wan hevrîyên ku hûn (ji wan ra perestî dikin) hene! Ku beledîya li bal rêya rast da bike? (Ewan ji bersivdanê bêzar dibin. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Hey Yezdan beledîya li bal rêya rast da dike. (Îdî qey hûn naponijin; gelo) ewê beledîya li bal rêya rast da dike: Ewa babet e ku (ji bona wî ra perestî bê kirinê) li pey wî çûyîn çî be, ya jî ewê ku qe ji pêştirê beledîya heyî tu beledî nake, ewa babet e (ku ji wî ra perestî bê kirinê) çûyîn li pey wî çêbe? Îdî (gelo) ji bona we ra çi bûye? Hûn ça û bi çi awayî berewanî dikin
وَمَا يَتَّبِعُ أَكْثَرُهُمْ إِلَّا ظَنًّا ۚ إِنَّ الظَّنَّ لَا يُغْنِي مِنَ الْحَقِّ شَيْئًا ۚ إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ بِمَا يَفْعَلُونَ
Û pirên ji wan hey di binê peyrewê gomanan da nin. Bi rastî goman jî bi tu cureyî (merivan) ji mafê (heqê) nade parisandinê. Bi rastî Yezdan bi tişta, ku ewan dikin dizane

Choose other languages: