Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #68 Translated in Kurdish

وَيَا قَوْمِ هَٰذِهِ نَاقَةُ اللَّهِ لَكُمْ آيَةً فَذَرُوهَا تَأْكُلْ فِي أَرْضِ اللَّهِ وَلَا تَمَسُّوهَا بِسُوءٍ فَيَأْخُذَكُمْ عَذَابٌ قَرِيبٌ
Û gelê min! Eva deva Yezdan ê han e heye! Ewa ji bona we ra beratek e. Îdî hûn dest ji wê berdin. Ji bo ku ewa (deva) di zemînê Yezdan da (bi azadî) biçêre. Ji bo ku bi we da şapateke nêzîk neyê, hûn bi sikatî dest nedine (wê devê)
فَعَقَرُوهَا فَقَالَ تَمَتَّعُوا فِي دَارِكُمْ ثَلَاثَةَ أَيَّامٍ ۖ ذَٰلِكَ وَعْدٌ غَيْرُ مَكْذُوبٍ
(Ji piştî van şîretan, ewan dîsa) ewa (deva) bi jêkirin, wergerandin. Îdî (Salih ji wan ra aha) gotîye: "Hûn di xanîyên xwe da heya sê royan jî bi şahî bijîn (hûnê paşê dêriz bibin). Eva (dêrizbûna we) peymaneke wusa (rast e) qe nayê derewdêrandinê
فَلَمَّا جَاءَ أَمْرُنَا نَجَّيْنَا صَالِحًا وَالَّذِينَ آمَنُوا مَعَهُ بِرَحْمَةٍ مِنَّا وَمِنْ خِزْيِ يَوْمِئِذٍ ۗ إِنَّ رَبَّكَ هُوَ الْقَوِيُّ الْعَزِيزُ
Îdî gava fermana me (bi şapatdana) wan hatîye; me Salih û ewanê, ku bi wî bawer kiribûne (ji şapat) û ji riswabûna di wê royê da bi dilovanîke ji xwe fereste kiriye, Bi rastî Xudayê te zexmê servahatî ye
وَأَخَذَ الَّذِينَ ظَلَمُوا الصَّيْحَةُ فَأَصْبَحُوا فِي دِيَارِهِمْ جَاثِمِينَ
Ewanê cewrkar hene! (gava) Dengê (şapatê bi tirsdayî) bi wan girtîye, îdî ewan di xanîyên xwe da li ser çokan (bê can) mane
كَأَنْ لَمْ يَغْنَوْا فِيهَا ۗ أَلَا إِنَّ ثَمُودَ كَفَرُوا رَبَّهُمْ ۗ أَلَا بُعْدًا لِثَمُودَ
(Şûna wan wusa dêriz bibû) Te digo qey di şûna wan da avayî tune bûne. Hûn hişyar bin! Bi rastî komalê (bi nav) Semûd, filetîya Xuda yê xwe kirine.Hûn hişyar bin! Dûrî (ji dilovanîya Yezdan) ji bona komalê (bi nav) Semûd ra ne

Choose other languages: