Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #67 Translated in Kurdish

قَالَ يَا قَوْمِ أَرَأَيْتُمْ إِنْ كُنْتُ عَلَىٰ بَيِّنَةٍ مِنْ رَبِّي وَآتَانِي مِنْهُ رَحْمَةً فَمَنْ يَنْصُرُنِي مِنَ اللَّهِ إِنْ عَصَيْتُهُ ۖ فَمَا تَزِيدُونَنِي غَيْرَ تَخْسِيرٍ
(Salih ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Gelê min! (ka hûn çi dibêjin!) Heke bi rastî ez bi beratên ji Xudayê xwe (li bal we da bi pêxemberî hatibime şandinê) û Xudayê min bi dilovanîya ji xwe (pêxemberî) ji min ra dabe (bi vî ra jî ez rabim) bê gotina wî bikim, îdî gelo kî dikare (heke ewa ji min ra şapatê bide) ewê sapata wî ji min bide para da? Îdî (gelê min! “Hûn bi van gotinê xwe) hey ji min ra kovanan pir dikin
وَيَا قَوْمِ هَٰذِهِ نَاقَةُ اللَّهِ لَكُمْ آيَةً فَذَرُوهَا تَأْكُلْ فِي أَرْضِ اللَّهِ وَلَا تَمَسُّوهَا بِسُوءٍ فَيَأْخُذَكُمْ عَذَابٌ قَرِيبٌ
Û gelê min! Eva deva Yezdan ê han e heye! Ewa ji bona we ra beratek e. Îdî hûn dest ji wê berdin. Ji bo ku ewa (deva) di zemînê Yezdan da (bi azadî) biçêre. Ji bo ku bi we da şapateke nêzîk neyê, hûn bi sikatî dest nedine (wê devê)
فَعَقَرُوهَا فَقَالَ تَمَتَّعُوا فِي دَارِكُمْ ثَلَاثَةَ أَيَّامٍ ۖ ذَٰلِكَ وَعْدٌ غَيْرُ مَكْذُوبٍ
(Ji piştî van şîretan, ewan dîsa) ewa (deva) bi jêkirin, wergerandin. Îdî (Salih ji wan ra aha) gotîye: "Hûn di xanîyên xwe da heya sê royan jî bi şahî bijîn (hûnê paşê dêriz bibin). Eva (dêrizbûna we) peymaneke wusa (rast e) qe nayê derewdêrandinê
فَلَمَّا جَاءَ أَمْرُنَا نَجَّيْنَا صَالِحًا وَالَّذِينَ آمَنُوا مَعَهُ بِرَحْمَةٍ مِنَّا وَمِنْ خِزْيِ يَوْمِئِذٍ ۗ إِنَّ رَبَّكَ هُوَ الْقَوِيُّ الْعَزِيزُ
Îdî gava fermana me (bi şapatdana) wan hatîye; me Salih û ewanê, ku bi wî bawer kiribûne (ji şapat) û ji riswabûna di wê royê da bi dilovanîke ji xwe fereste kiriye, Bi rastî Xudayê te zexmê servahatî ye
وَأَخَذَ الَّذِينَ ظَلَمُوا الصَّيْحَةُ فَأَصْبَحُوا فِي دِيَارِهِمْ جَاثِمِينَ
Ewanê cewrkar hene! (gava) Dengê (şapatê bi tirsdayî) bi wan girtîye, îdî ewan di xanîyên xwe da li ser çokan (bê can) mane

Choose other languages: