Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #49 Translated in Kurdish

وَنَادَىٰ نُوحٌ رَبَّهُ فَقَالَ رَبِّ إِنَّ ابْنِي مِنْ أَهْلِي وَإِنَّ وَعْدَكَ الْحَقُّ وَأَنْتَ أَحْكَمُ الْحَاكِمِينَ
Nûh (aha bi lavayî) gazî Xudayê xwe kirîye û gotîye: "Xudayê min! Bi rastî peymana te ye, ku te (bi ferestîya malîyên min dabû) bi mafî rast e (ka ça dibe?) kurê min jî ji malîyên min bû. Û tu bi xweber jî (bi dadvanî) berewantirê berewanan î
قَالَ يَا نُوحُ إِنَّهُ لَيْسَ مِنْ أَهْلِكَ ۖ إِنَّهُ عَمَلٌ غَيْرُ صَالِحٍ ۖ فَلَا تَسْأَلْنِ مَا لَيْسَ لَكَ بِهِ عِلْمٌ ۖ إِنِّي أَعِظُكَ أَنْ تَكُونَ مِنَ الْجَاهِلِينَ
Yezdan (ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rasî ewa (kurika) ji malîyên te nîne, bi rastî (xûyê wî) ji karê aştî nebû. Îdî tişta, ku zanîna te pê tune be, tu ji min nepirse. Bi rastî ez şîreta li te dikim ji bona, ku tu nebî ji nezana
قَالَ رَبِّ إِنِّي أَعُوذُ بِكَ أَنْ أَسْأَلَكَ مَا لَيْسَ لِي بِهِ عِلْمٌ ۖ وَإِلَّا تَغْفِرْ لِي وَتَرْحَمْنِي أَكُنْ مِنَ الْخَاسِرِينَ
Nûh (bi lavayî aha) gotîye: "Xudayê min! Ji bona wan tiştên, ku ez pê nizanim ji te jî dipirsim, xwe davêjime ber bextê te. Naxwe, heke tu ji bona min ra baxişandin û dilovînîyê nekî, bi rastî ezê bibime ji wanê zîyan kirine
قِيلَ يَا نُوحُ اهْبِطْ بِسَلَامٍ مِنَّا وَبَرَكَاتٍ عَلَيْكَ وَعَلَىٰ أُمَمٍ مِمَّنْ مَعَكَ ۚ وَأُمَمٌ سَنُمَتِّعُهُمْ ثُمَّ يَمَسُّهُمْ مِنَّا عَذَابٌ أَلِيمٌ
(Ji piştî van gotin û lava kirina, ji bona Nûh ra aha hatîye) gotinê: "Nûh! Parisvanî û pîrozaya me li ser te û li ser wan komên bi te ra ye. Tu îdî berjêr be (ji kelekê derkebe). Û hinek kom hene! (ewan komên wusa nin); emê ewan heya (hinek dana) bi jîneke xweşî bidine jînandinê, Lê paşê wê ewanê şapateke dilsoz ji me bigirin.”
تِلْكَ مِنْ أَنْبَاءِ الْغَيْبِ نُوحِيهَا إِلَيْكَ ۖ مَا كُنْتَ تَعْلَمُهَا أَنْتَ وَلَا قَوْمُكَ مِنْ قَبْلِ هَٰذَا ۖ فَاصْبِرْ ۖ إِنَّ الْعَاقِبَةَ لِلْمُتَّقِينَ
(Muhemmed!) Evan bûyerên hanênan, ji wan bûyerên ne xûya ne, em ewan li bal te da diniqînin. Di berya naha da, ne te û ne jî komalê te bi wan bûyeran, nizanbûn. Îdî (Muhemmed! Tu li ser wan gotegotê wan) hew bike. Bi rastî (servahatina) para da, hey ji bona xudaparizan e

Choose other languages: