Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rum Ayahs #46 Translated in Kurdish

قُلْ سِيرُوا فِي الْأَرْضِ فَانْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الَّذِينَ مِنْ قَبْلُ ۚ كَانَ أَكْثَرُهُمْ مُشْرِكِينَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn (gelî Mekkîyan!) di zemîn da bigerin; îdî hûn mêze bikin ka encama wanê berya we da borîne ça bûye!" Pirê wan bi xweber jî hevrîçêker bûne
فَأَقِمْ وَجْهَكَ لِلدِّينِ الْقَيِّمِ مِنْ قَبْلِ أَنْ يَأْتِيَ يَوْمٌ لَا مَرَدَّ لَهُ مِنَ اللَّهِ ۖ يَوْمَئِذٍ يَصَّدَّعُونَ
Îdî hêj di berya ku roya ji (şapata) Yezdan tu kes nikare merivan bide para da, tu rûyî xwe ji bona ola Yezdan e rast ra bizivirîne. Di wê royê da (meriv) ji hev radiqetin
مَنْ كَفَرَ فَعَلَيْهِ كُفْرُهُ ۖ وَمَنْ عَمِلَ صَالِحًا فَلِأَنْفُسِهِمْ يَمْهَدُونَ
Kîjan bûbe file, îdî filetîya wî ji bona wî ra ne, kîjan karê aştî bike, îdî ewa ji bona xwe ra hêlanan çê dikin
لِيَجْزِيَ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ مِنْ فَضْلِهِ ۚ إِنَّهُ لَا يُحِبُّ الْكَافِرِينَ
(Ji ber vî meriv bûne du deste): Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine ewa ji rûmeta xwe ji bona wan ra (xelatan) dide. Ewanê bûne file jî bi rastî ewa ji wan hez nake
وَمِنْ آيَاتِهِ أَنْ يُرْسِلَ الرِّيَاحَ مُبَشِّرَاتٍ وَلِيُذِيقَكُمْ مِنْ رَحْمَتِهِ وَلِتَجْرِيَ الْفُلْكُ بِأَمْرِهِ وَلِتَبْتَغُوا مِنْ فَضْلِهِ وَلَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Û ji beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan in) ji bo ku ewa bi we dilovanîya xwe bide çeşnekirinê û ji bo ku kelek bi fermana wî (bi wî baî di deryayê da) bikişe û ji bo ku hûn (hewceyên xwe) bi rûmeta wî (pêk bînin) ewa ewî baî bi mizginvanî dişîne. Û dibe ku hûn sipazîya wî bikin

Choose other languages: