Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #19 Translated in Kurdish

إِذْ تَلَقَّوْنَهُ بِأَلْسِنَتِكُمْ وَتَقُولُونَ بِأَفْوَاهِكُمْ مَا لَيْسَ لَكُمْ بِهِ عِلْمٌ وَتَحْسَبُونَهُ هَيِّنًا وَهُوَ عِنْدَ اللَّهِ عَظِيمٌ
Loma haja we qe pê tune bû, we ewa (peyva) bi zimanê xwe ji hev ra digotin, hûn goman dikin, ku eva (gotina hanê) hêsanî ye, lê ewa (gotina) li bal Yezdan gonehekî pir mezin e
وَلَوْلَا إِذْ سَمِعْتُمُوهُ قُلْتُمْ مَا يَكُونُ لَنَا أَنْ نَتَكَلَّمَ بِهَٰذَا سُبْحَانَكَ هَٰذَا بُهْتَانٌ عَظِيمٌ
Xwezîka gava we ew (peyva) bihîstibû, we (aha) gotîbûya: "Babet nîne, ku em bi vê (peyvê) biaxivin. Na (wusa nîne); em te ji van (gotinan) paqij dikin, eva hey pizeke mezin e
يَعِظُكُمُ اللَّهُ أَنْ تَعُودُوا لِمِثْلِهِ أَبَدًا إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ
Heke hûn bi Yezdan bawer dikin, ewa li we şîretan dike, ku hûn carekî dinê tiştekî aha nekin
وَيُبَيِّنُ اللَّهُ لَكُمُ الْآيَاتِ ۚ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ
Yezdan ji bona we ra biryarên (xwe bi vî awayî) hizwartî dike. Bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye
إِنَّ الَّذِينَ يُحِبُّونَ أَنْ تَشِيعَ الْفَاحِشَةُ فِي الَّذِينَ آمَنُوا لَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ ۚ وَاللَّهُ يَعْلَمُ وَأَنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ
Bi rastî ewan (du rû ne) ku hez dikin, di nava wanê; bawerger da hîz û fuhûşê belav bikin hene! Ji bona wan ra di cîhan û di para da şapatek e dilsoz heye. Yezdan (bi van tiştan) dizane, lê hûn bi wan nizanin

Choose other languages: