Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #176 Translated in Kurdish

فَأَمَّا الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ فَيُوَفِّيهِمْ أُجُورَهُمْ وَيَزِيدُهُمْ مِنْ فَضْلِهِ ۖ وَأَمَّا الَّذِينَ اسْتَنْكَفُوا وَاسْتَكْبَرُوا فَيُعَذِّبُهُمْ عَذَابًا أَلِيمًا وَلَا يَجِدُونَ لَهُمْ مِنْ دُونِ اللَّهِ وَلِيًّا وَلَا نَصِيرًا
Ewanê ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Îdî wê kirya wanê bê kêmayî ji bona wan ra bê dayînê (û ewa) ji rûmeta xwe ji bona wan ra (hêj kirya wan pir dike). Û ewanê ji bendetîyî serî bilind kirine û xwe mezin kirine hene! Îdî (Yezdanê) ewanan bi şapateke dilsoz, şapat bike. Ewanan ji bona xwe ra ji pêştirê Yezdan qe rastî tu serkar û arîkarekî jî nayên
يَا أَيُّهَا النَّاسُ قَدْ جَاءَكُمْ بُرْهَانٌ مِنْ رَبِّكُمْ وَأَنْزَلْنَا إِلَيْكُمْ نُورًا مُبِينًا
Gelî kesan! Bi sond, ji Xudayê we, ji bona we ra berata rastî hatîye. Û me li bal we da ronahîyake (Qur’an) bi xûyayê hinartîye
فَأَمَّا الَّذِينَ آمَنُوا بِاللَّهِ وَاعْتَصَمُوا بِهِ فَسَيُدْخِلُهُمْ فِي رَحْمَةٍ مِنْهُ وَفَضْلٍ وَيَهْدِيهِمْ إِلَيْهِ صِرَاطًا مُسْتَقِيمًا
Îdî ewanê ku bi Yezdan bewer kirine û xwe bi wê bawerîyê jî girtine hene! Yezdanê ewan bigîhîne dilovanî û rûmeta xwe û wê ewan bîne bal wê rêya rastê, ku ewa rêya li bal wî da diçe
يَسْتَفْتُونَكَ قُلِ اللَّهُ يُفْتِيكُمْ فِي الْكَلَالَةِ ۚ إِنِ امْرُؤٌ هَلَكَ لَيْسَ لَهُ وَلَدٌ وَلَهُ أُخْتٌ فَلَهَا نِصْفُ مَا تَرَكَ ۚ وَهُوَ يَرِثُهَا إِنْ لَمْ يَكُنْ لَهَا وَلَدٌ ۚ فَإِنْ كَانَتَا اثْنَتَيْنِ فَلَهُمَا الثُّلُثَانِ مِمَّا تَرَكَ ۚ وَإِنْ كَانُوا إِخْوَةً رِجَالًا وَنِسَاءً فَلِلذَّكَرِ مِثْلُ حَظِّ الْأُنْثَيَيْنِ ۗ يُبَيِّنُ اللَّهُ لَكُمْ أَنْ تَضِلُّوا ۗ وَاللَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
(Muhemmed!) Ewan ji te (mîrata wan mirîne, ku ji pêştirê xûşka wî ye ji da û bavê ya jî ji bavê, tu kesê wî ne mabe) dipirsin. Tu jî ji bona wan ra bêje: “Şixwe Yezdan ji bona we ra (di mafê mîrata) mîratxurên dûr da aha gotîye: “Heke mêrikek miribe, qe tu zarê wî tune be, hey mîratxurê wî xûşka wî mabe, îdî nîvê mîrata wî, para xûşka wî ye. Heke mirî xûşk be qe tu zarê xûşkê jî tune be, mîrata xûşkê hemûşk para birayê wê ye (yanî malê mîratê hemûşk ji bona birayê wê ra ne, di herdu cûran da jî, heke ji bona mirî ra bav û zar û ya jî mîratxurên nêzîk tune bin). Heke mîratxur, du xûşk bin îdî ji bona wan herduk xûşkan ra ji malê mîratê birayê wan, ji sisyan, dûv par para wan e. Û heke mîratxurên mirî, xûşk û bira bin, îdî parkirina mîrata aha ne; ji bona her mêrekî mîratxur ra wekî du parê jineke mîratxur ra ji malê mîratê, mîrat heye. Ji bo ku hûn (mafan) wunda nekin, Yezdan ewan parkirinan ji bona we ra vedike. Şixwa Yezdan bi xweber jî bi hemû tiştan dizane

Choose other languages: