Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #158 Translated in Kurdish

وَرَفَعْنَا فَوْقَهُمُ الطُّورَ بِمِيثَاقِهِمْ وَقُلْنَا لَهُمُ ادْخُلُوا الْبَابَ سُجَّدًا وَقُلْنَا لَهُمْ لَا تَعْدُوا فِي السَّبْتِ وَأَخَذْنَا مِنْهُمْ مِيثَاقًا غَلِيظًا
Û bi sedema peymana wan (ku bi hêz be) me (çîyayê bi nav) Tûr rakire ser wan û me ji bona wan ra (aha) gotiye: “Hûn bi kundetî di derî da bikebin (wî bajarî). Û me (ji bona wan ra aha jî) gotîye: “Hûn ji bona (nêçîra masîyan) di roya şemîyê da (ji qedexeme xwe) neborin.” Û me ji wan (li ser van biryaran) peymaneke bi hêz sitandiye
فَبِمَا نَقْضِهِمْ مِيثَاقَهُمْ وَكُفْرِهِمْ بِآيَاتِ اللَّهِ وَقَتْلِهِمُ الْأَنْبِيَاءَ بِغَيْرِ حَقٍّ وَقَوْلِهِمْ قُلُوبُنَا غُلْفٌ ۚ بَلْ طَبَعَ اللَّهُ عَلَيْهَا بِكُفْرِهِمْ فَلَا يُؤْمِنُونَ إِلَّا قَلِيلًا
Îdî bi sedema, ku ewan peymana xwe şikênandibûn û ewan bi beratên Yezdan bûne file (bi wan bawer nekiribûne) û ewan pêxember bê mafî kuştibûne û bi wê gotina wanê, ku ewan (gotibûne): “Dilê me bi xêlî ye” (bi serê wan da me aşît anî). Na! Gotina wan nîne (dilê wan bi xêlî nîne) lê Yezdan bi sedema fıletîya wan, li ser dilê wan duruf kirîye. Ji pêştirê hindikên ji wan, îdî tu kes ji wan bawer nakin
وَبِكُفْرِهِمْ وَقَوْلِهِمْ عَلَىٰ مَرْيَمَ بُهْتَانًا عَظِيمًا
Û bi sedema filetîya wan e (bi Îsa) û bi wê gotina wan e; ku ewan bi wan gotinê xwe, vir û pizeke mezin avêtibûne Meryemê
وَقَوْلِهِمْ إِنَّا قَتَلْنَا الْمَسِيحَ عِيسَى ابْنَ مَرْيَمَ رَسُولَ اللَّهِ وَمَا قَتَلُوهُ وَمَا صَلَبُوهُ وَلَٰكِنْ شُبِّهَ لَهُمْ ۚ وَإِنَّ الَّذِينَ اخْتَلَفُوا فِيهِ لَفِي شَكٍّ مِنْهُ ۚ مَا لَهُمْ بِهِ مِنْ عِلْمٍ إِلَّا اتِّبَاعَ الظَّنِّ ۚ وَمَا قَتَلُوهُ يَقِينًا
Û bi sedema wê gotina wan e; ku ewan gotibûne: “Bi rastî Îsayê Mesîhê kûrê Meryemê ku pêxemberê Yezdan e, me kuştîye” (me bi wan da teşqele anîye). Ewan bi xweber jî Îsa ne kuştîbûne û ewan Îsa li çarmixê jî nexistîbûne, lê ji bona wan ra Îsa manendebûye. Û bi rastî ewan merivên (ku di mafê kuştina Îsa da du tîrebûne hene!) ewan bi xweber jî (di mafê kuştinê da) du dil in. Ji pêştirê peyrewîya gomanan ji bona wan ra (bi kuştina Îsa) qe tu zanîn tune ye. Bi rastî ewan Îsa ne kuştine
بَلْ رَفَعَهُ اللَّهُ إِلَيْهِ ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَزِيزًا حَكِيمًا
Lê Yezdan Îsa (ji diliqê merivtayî derxistîye) ewa li bal xwe da bilind kirîye. Û bi rastî Yezdan serfirazê bijejke ye

Choose other languages: