Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Mumtahana Ayahs #10 Translated in Kurdish

لَقَدْ كَانَ لَكُمْ فِيهِمْ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِمَنْ كَانَ يَرْجُو اللَّهَ وَالْيَوْمَ الْآخِرَ ۚ وَمَنْ يَتَوَلَّ فَإِنَّ اللَّهَ هُوَ الْغَنِيُّ الْحَمِيدُ
Sond be, ji we re di wan de nimûnekî rind heye ji ê ku hêviya Xuda û roja dawîn dike re. Kî rû bizivrîne êdî bêguman Xuda, dewlemendê hêjayê pesn her ew e
عَسَى اللَّهُ أَنْ يَجْعَلَ بَيْنَكُمْ وَبَيْنَ الَّذِينَ عَادَيْتُمْ مِنْهُمْ مَوَدَّةً ۚ وَاللَّهُ قَدِيرٌ ۚ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Dibe ku Xuda di nava we û ên we neyartiya wan dikir de hizkirinekî çêke. Xuda baþ dikare. Xuda bexþendekar e dilovan e
لَا يَنْهَاكُمُ اللَّهُ عَنِ الَّذِينَ لَمْ يُقَاتِلُوكُمْ فِي الدِّينِ وَلَمْ يُخْرِجُوكُمْ مِنْ دِيَارِكُمْ أَنْ تَبَرُّوهُمْ وَتُقْسِطُوا إِلَيْهِمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُقْسِطِينَ
Xuda we ji ên ku di dîn de bi we re þer nekirine û we ji warên we dernexistine para nade ku hûn bi wan qencî bikin û bi wan re bi dad û rastî tevbigerin. Lewra bêguman Xuda ji ehlê dad û rastiyê hiz dike
إِنَّمَا يَنْهَاكُمُ اللَّهُ عَنِ الَّذِينَ قَاتَلُوكُمْ فِي الدِّينِ وَأَخْرَجُوكُمْ مِنْ دِيَارِكُمْ وَظَاهَرُوا عَلَىٰ إِخْرَاجِكُمْ أَنْ تَوَلَّوْهُمْ ۚ وَمَنْ يَتَوَلَّهُمْ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ
Bêguman Xuda we tenê ji ên ku di dîn de bi we re þer kirine û we ji warên we deranîne û li ser derxistina we piþtvaniya hev kirine, para dide ku hûn wan dost bigrin. Kî wan dost bigre, êdî sitemkar her ewên han in
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا جَاءَكُمُ الْمُؤْمِنَاتُ مُهَاجِرَاتٍ فَامْتَحِنُوهُنَّ ۖ اللَّهُ أَعْلَمُ بِإِيمَانِهِنَّ ۖ فَإِنْ عَلِمْتُمُوهُنَّ مُؤْمِنَاتٍ فَلَا تَرْجِعُوهُنَّ إِلَى الْكُفَّارِ ۖ لَا هُنَّ حِلٌّ لَهُمْ وَلَا هُمْ يَحِلُّونَ لَهُنَّ ۖ وَآتُوهُمْ مَا أَنْفَقُوا ۚ وَلَا جُنَاحَ عَلَيْكُمْ أَنْ تَنْكِحُوهُنَّ إِذَا آتَيْتُمُوهُنَّ أُجُورَهُنَّ ۚ وَلَا تُمْسِكُوا بِعِصَمِ الْكَوَافِرِ وَاسْأَلُوا مَا أَنْفَقْتُمْ وَلْيَسْأَلُوا مَا أَنْفَقُوا ۚ ذَٰلِكُمْ حُكْمُ اللَّهِ ۖ يَحْكُمُ بَيْنَكُمْ ۚ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ
Gelî ên bawerî anîne! gava jinên bawermend bi koþberî hatin bal we, vêca hûn wan sihêtî bikin. Xuda baweriya wan çêtir dizane. Vêca eger we wan (jinan) bawermend zanî, êdî hûn wan bal kafiran ve nezivrînin. Ne ew (jin) ji wan re durust in û ne jî ew (kafir) ji wan (jinan) re durust in. Hûn tiþtê wan (kafiran) daye bidin wan. Tu guneh li ser we nîne ku hûn mehr bikin gava hûn destmuza (mehra) wan bidin wan. Hûn bi dawa jinên (xwe yên) kafir negirin û tiþtê we daye bixwazin û bira ew jî tiþtê dane bixwazin. Hukmê Xuda evê han e. Xuda di navbera we de hukim dike. Xuda zana ye hîkmetdar e

Choose other languages: