Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Mumtahana Ayahs #9 Translated in Kurdish

رَبَّنَا لَا تَجْعَلْنَا فِتْنَةً لِلَّذِينَ كَفَرُوا وَاغْفِرْ لَنَا رَبَّنَا ۖ إِنَّكَ أَنْتَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ
Perwerdekarê me tu me ji ên kafir bûne re neke sihêtî û tu ji me re bibexþîne perwerdekarê me! Bêguman tu, serkeftiyê hîkmetdar her tu yî
لَقَدْ كَانَ لَكُمْ فِيهِمْ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِمَنْ كَانَ يَرْجُو اللَّهَ وَالْيَوْمَ الْآخِرَ ۚ وَمَنْ يَتَوَلَّ فَإِنَّ اللَّهَ هُوَ الْغَنِيُّ الْحَمِيدُ
Sond be, ji we re di wan de nimûnekî rind heye ji ê ku hêviya Xuda û roja dawîn dike re. Kî rû bizivrîne êdî bêguman Xuda, dewlemendê hêjayê pesn her ew e
عَسَى اللَّهُ أَنْ يَجْعَلَ بَيْنَكُمْ وَبَيْنَ الَّذِينَ عَادَيْتُمْ مِنْهُمْ مَوَدَّةً ۚ وَاللَّهُ قَدِيرٌ ۚ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Dibe ku Xuda di nava we û ên we neyartiya wan dikir de hizkirinekî çêke. Xuda baþ dikare. Xuda bexþendekar e dilovan e
لَا يَنْهَاكُمُ اللَّهُ عَنِ الَّذِينَ لَمْ يُقَاتِلُوكُمْ فِي الدِّينِ وَلَمْ يُخْرِجُوكُمْ مِنْ دِيَارِكُمْ أَنْ تَبَرُّوهُمْ وَتُقْسِطُوا إِلَيْهِمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُقْسِطِينَ
Xuda we ji ên ku di dîn de bi we re þer nekirine û we ji warên we dernexistine para nade ku hûn bi wan qencî bikin û bi wan re bi dad û rastî tevbigerin. Lewra bêguman Xuda ji ehlê dad û rastiyê hiz dike
إِنَّمَا يَنْهَاكُمُ اللَّهُ عَنِ الَّذِينَ قَاتَلُوكُمْ فِي الدِّينِ وَأَخْرَجُوكُمْ مِنْ دِيَارِكُمْ وَظَاهَرُوا عَلَىٰ إِخْرَاجِكُمْ أَنْ تَوَلَّوْهُمْ ۚ وَمَنْ يَتَوَلَّهُمْ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ
Bêguman Xuda we tenê ji ên ku di dîn de bi we re þer kirine û we ji warên we deranîne û li ser derxistina we piþtvaniya hev kirine, para dide ku hûn wan dost bigrin. Kî wan dost bigre, êdî sitemkar her ewên han in

Choose other languages: